Hewlêr (Rûdaw) - Piştî gotûbêj û danûstandina ezmûnan ya sê rojan Kongreya Medya ya Cîhanî li AbûDebî ya paytexta Îmarata Erebî bi dawî hat û li vê derê medyayên navçeyê û yên cîhanî ên diyar nêrînên xwe li ser siberojê û danûstandina berdewam ya ragihandinê anîn ziman.
Tora Medyayî ya Rûdawê yekane medya Kurd bû ku beşdarî vê kongreya navdewletî bû.
Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed di panel û gotûbêjan de amade bû. Di çarçoveya çalakiyên kongreyê de Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê ligel kesayetên pêşengên medyaya navçe û cîhanê li ser rol û siberoja medyayê danûstandin kirin.
Kongre, yekemîn boneya cîhanî ya taybet bi medyayê ye ku hezar û 600 medyakar ji 141 welatan, 192 kompanya û saziyên medyayê ji 42 welatan, herwiha hezar û 200 pisporên medya û teknolojiya zanyariyan ligel 141 axaftvanên cîhanê têde beşdar bûn.
Di sê rojên kongrê de 40 panel hatin birêvebirin û 13 hezar û 556 kesan serdana kongreyê kirin.
Yek ji mijarên roja dawî ya kongreyê astengiyên li pêşiya azadiya ragihandina li Amerîkaya Latîn bû.
Rêveberê Cîbicîkarê Mega Medya ya Çîliyê, Javier Villanueva Barzelatto dibêje, “Bêguman li Amerikaya naverast em metirsiya ku li ser karê rojnamevaniyê heye fam dikin, ew metirsiya ku ji ber kirina karê xwe ye em rûbirû dimînin. Pirsgirêk tenê ne li Meksîkayê ne, li Kolombiya û Pareg jî hene. Ji ber wê jî saziyên me yên medyayê ne wêrin azad bi axivin.”
Li gor Neteweyên Yekbûyî îsal li seranserî cîhanê 70 rojnamevan ji ber karê xwe hatine kuştin ku yek ji sê wan li parzemîna Amerikaya Latîn bûne.
Rêveberê Cîbicîkar ê Ekisyona Arjantînê, Chani Guyot got, “Yek ji pirsgirêkên herî girîng ên rojnamevanên li Amerikaya Latîn kuştina rojnamevan û ewlehiya wan e. Îsal 26 rojnamevan ji ber karê xwe hatine kuştin. Pirsgirêk zêde ne. Ji aliyekî ve piraniya kujeran bazirganên maddeyên hişbir in û li aliyê din jî saziyên hikûmetê bo çareserkirina pirsgirêkan ne bi israrin. Piraniya kujeran ji cezayê direvin.”
Di roja sêyemîn a kongreyê de behsa rola jinan di ragihandinê de jî hate kirin.
Kongre dê her sal bê çêkirin û biryare di sala bê de dê di navbera 14 û 16ê Mijdarê bê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse