X û gelek malper têk çûn

18-11-2025
RÛDAW
Nîşan Cloudflare X Înternet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma medyaya civakî Xa ku xwediyê wê Elon Musk e li seranserî cîhanê têk çû û bikarhêner nikarin xwe bigihînin platformê.

Tê îdiakirin ku pirsgirêka gihîştina Xê û gelek malperên din ji ber têkçûneke di binesaziya Cloudflareyê de ye.

Cloudflareyê jî ragihand ku ew ji pirsgirêkê agahdar in û li ser çareserkirina mijarê dixebitin.

Li gorî malpera downdetector.comê ku têkçûna platformên medyaya civakî dişopîne, pirsgirêka yekem a li Xê saet 14:32yan hatiye ragihandin.

Li Amerîkaya ku navenda şirketê lê ye, hejmara kesên ku heta niha ragihandiye ku pirsgirêk heye ji 10 hezarî derbas bûye.

Her wiha ji Ewropayê jî gihîştina platformê nîne.

Platforma Xê 10ê Adarê jî têk çûbû û demeke dirêj gihîştina wê çênebûbû.

Piştî wê têkçûnê, komeke hackeran a bi navê "Dark Storm Team" îdia kiribû ku wan êrişeke DDoS daye destpêkirin.

Pirsgirêk Cloudflare ye?

Cloudflare yek ji wan şirketên binesaziyê ye ku ji bo bi milyonan malperên li seranserî cîhanê xizmetên ewlehî, belavkirina naverokê (CDN) û DNSyê pêşkêş dike.

Ji ber ku beşeke girîng a trafîka înternetê di tora Cloudflareyê re derbas dibe, têkçûneke di şirketê de dibe sedema pirsgirêkên gihîştinê.

Rewşên bi vî rengî carinan di şirketên din ên mezin ên binesaziya înternetê yên wekî Amazon Web Services (AWS), Fastly û Akamaiyê de jî tên dîtin.

Pirsgirêka dawî ya ji ber xizmetguzariyên Amazonê 20ê Çiriya Pêşîn çêbûbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst