Hewlêr (Rûdaw) - Senatorê Amerîkî Lindsey Graham diyar kir ku piştî êrişên Amerîkayê yên li Venezuelayê divê rêberên Kuba û Îranê jî bi fikar bin.
Lindsey Graham di hevpeyvîna xwe ya bi Axiosê re li ser operasyona li dijî Venezuelayê axivî.
Senatorê Amerîkî diyar kir ku şevek beriya operasyonê bi Serokê Amerîkayê Trump re bi telefonê axiviye û got:
"Serok di wê mijarê de gelekî zelal bû ku ew bawer dike xîlafeta madeyên hişbir a li hewşa me ya paşiyê divê ji holê rabe."
Graham got ku ev çend hefte ne amadekariya operasyonê dihat kirin.
"Şerîfekî nû heye"
Li aliyê din Graham diyar kir ku divê rêberên Kuba û Îranê bi fikar bin û got:
"Şerîfekî nû li bajarok heye. Doktrîna Monroeyê bi cih tîne. Eger ez li şûna rêberê Îranê bûma ez dê biçûma mizgeftê û min dê dua bikira."
"Hemû vebijêrk li ser maseyê ne"
Graham destnîşan kir ku li Venezuelayê "pêvajoya azadkirinê" dest pê kiriye û wiha axivî:
"Dîtina serkeftina vê yekê di berjewendiya Amerîkayê de ye. Em dê rê bidin mirovan ku destpêkeke nû bikin."
Graham pirsa "Gelo dê êrişên din li Venezuelayê werin kirin?" wiha bersivand: "Hemû vebijêrk li ser maseyê ne."
Çi bibû?
Li Caracasa paytexta Venezuelayê doh bi saeta herêmî dora 02:00yan dengê teqîn û balafiran hat bihîstin.
Birêvebiriya Venezuelayê piştî teqînan Amerîka tohmetbar kir ku li herêmên cuda yên welêt êrişî tesîsên sivîl û leşkerî kiriye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku êrişeke berfireh li dijî Serokê Dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro hatiye kirin û Maduro û hevjîna wî derxistine derveyî welêt.
Wezîra Dadê ya Amerîkayê Pam Bondiyê jî eşkere kir ku derbarê Maduro û hevjîna wî Cilia Floresê de li Amerîkayê gilî hatiye kirin û tohmetên wekî "terorîzma madeyên hişbir, qaçaxçitiya kokaînê, xwedîbûna çekên giran û amûrên wêranker ên li dijî Amerîkayê" arasteyî Maduro kirine.
Birêvebiriya Venezuelayê bangî civaka navneteweyî kir ku Amerîkayê şermezar bikin.
Hinek welatan êriş rexne kir, hinek welatan jî bi daxuyaniyên xwe piştgirî da Amerîkayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse