Partiya Kesk a Almanyayê namzedek bo şêwirmendiya welat diyar kir

19-04-2021
RÛDAW
Partiya Kesk a Almanyayê îro Annalena Baerbock weke namzedê xwe bo posta Şêwirmendiya Almanyayê destnîşan kir.
Partiya Kesk a Almanyayê îro Annalena Baerbock weke namzedê xwe bo posta Şêwirmendiya Almanyayê destnîşan kir.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Kesk a Almanyayê îro Annalena Baerbock weke namzedê xwe bo posta Şêwirmendiya Almanyayê destnîşan kir. Ev yek di demekê de ye ku biryar e di dawiya meha Îlona îsal de li Almanyayê hilbijartinên giştî bên lidarxistin û Angela Merkel, şêwirmenda niha ya wî welatî dest ji siyasetê berdide.

Annalena Baerbock, Hevseroka Partiya Kesk a Almanyayê temenê wê 40 sal e û ji 2013ê ve endama parlamentoya wî welatî ye. Baerbock di rêkeftinekê de li gel Robert Habick Hevserokê Partiya Kesk li ser wê yekê rêkeftin ku bibe berbijêr bo wergirtina posta şêwirmendiya Alamanyayê .

Annalena Baerbock îro di konferanseke rojnamevanî de berbijarbûna xwe bo posta şêwirmendiya Alamanyayê aşkere kir û got: “Îro qonaxeke nû ji bo partiya me destpê kir.”

Baerbock amaje bi wê yekê jî kir, ew dixwaze weke berbijêra posta şêwirmendiya Almanyayê, tevahiya civakê jibo rêvebirina welatê dewlemend, bihêz û piralî yê xwe ber bi pêşerojeke baş ve vexwîne.

Annalena Baerbock di 15-12-1980an de ji dayik bûye, navê wê yê temam Annalena Charlot Alma Baerbock e. Ji sala 2000 heya 2004 zanista siyasî û yasaya giştî li Zanîngeha Humburgê xwendiye. Di sala 2005an de jî bawerînameya Masterê di Yasaya Giştî ya Navdewletî de li kolêca aboriya Londonê hatiye danên.

Annalena ji sala 2005 ve heta 2008an li ofîsa Elizabeth Şroder û li parlamentoya Ewropayê kar kiriye û ji sala 19994 ve rawêjkar bûye li ser siyasetên ewlehiyê û derve bo grûpek ji parlamenterên Partiya Kesk a li parlamentoya Almanyayê.

Annalena ji sala 2013an ve heya niha di parlamentoya Almanyayê de parlamenter e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst