Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Hirşabeleyê ya Somaliyê di pevçûnên di navbera yekîneyên artêşê û çekdarên Eş-Şebabê de 70 kes hatin kuştin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Enformasyonê ya Somaliyê de hat diyarkirin ku di operasyonên ku 48 demjimêrên dawî berdewam dikin de li herêmên girêdayî eyaleta Hirşabeleyê di navbera artêş û çekdarên Eş-Şebabê de pevçûnên tund derketin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, "Derbeke giran li Eş-Şebabê hat xistin ku ewlehiya welêt tehdît dike û hewl dide xwe li herêmê belav bike û 70 endamên rêxistinê hatin kuştin."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku beşdariya gelê herêmî yê ku piştgiriyê dide operasyonên artêşa Somaliyê bi rêzdarî tê pêşwazîkirin û bi saya hevkariya artêşê û gel bipêşveçûna rêxistinê hatiye rawestandin.
Hat destnîşankirin ku Eş-Şebab êrişên tund li dijî cihên niştecihî yên di navbera herêmên Hîran û Şabel a Navîn ên ku li eyaleta Hirşabelleyê ne pêk tîne û rêxistin hewl dide bi destxistina Adan Yabalê, yek ji bajarên stratejîk ên eyaletê, bandora xwe li herêmê zêde bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse