Bikaranîna hişê çêkirî di nav Kurdên Diyasporayê de zêde bûye

19-07-2025
Hêmin Ebdullah
Hêja Hesen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Hêja Hesen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Hêja Hesen Hişê Çêkirî Diyaspora
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Hişê çêkirî ji bo cîhanê û ji bo Kurdistaniyan jî çi li nav welêt û çi jî li diyasporayê nû ye.

Gelek berhemên di nav torên civakî de tên dîtin Kurdên vir bi hişê çêkirî çêdikin.

Hin ji wan baş û balkêş in lê li ser hinekên din diyar e ku bi awayekî xirab sûd ji hişê çêkirî hatiye wergirtin.

Di gelek warên din de jî xelkê bi hişê çêkirî jiyana xwe hêsantir kiriye.

Mînak, kesekî li diyasporayê ku li Almanyayê dijî û Almaniya wî ne baş e, dikare bi hişê çêkirî nameyeke fermî ya ku jê re hatiye bixwîne. Dûv re dikare bersiva wê jî bide û berî ku bişîne, nîşanî kesekî pispor bide.

Li ser hişê çêkirî û sûd û metirsiyên wê, Hêja Hesenxanê lêkolîner û mamoste li Zanîngeha Tilburgê ya Holandayê û pisporê warê hişê çêkirî û zanista datayê, bû mêvanê Diyasporayê.

Hêja behsa çend aliyên girîng ên teknolojiya hişê çêkirî, metirsî û şêwaza rast a bikaranîna wê kir.

Navborî tekezî li ser wê yekê kir ku têgihiştina cewhera van amûran û bikaranîna wan bi awayekî hişyar, kilîda mifawergirtina rastîn e.

Hêja Hesenê derbarê diyardeya "hezeyan"ê (Hallucination) di sîstemên hişê çêkirî de diyar kir ku ev diyardeyeke zanistî ya çaverêkirî ye û got:

"Ev modelên zimanî ji bo wê yekê hatine çêkirin ku peyv li pey peyvê û li ser bingeha pêşbînîkirinê rêz bikin, ne ji bo ku rastiya agahiyan piştrast bikin.”

Navborî amaje bi wê yekê kir ku ev "hezeyan" dikare bi şêwazên cuda derkeve, wek çêkirina gotin, kod, çavkanî û amarên bêbingeh an jî zêdekirina agahiyên şaş li ser kurteya lêkolînan ku di eslê babetê de tune ne.

Hêja Hesenê hişyarî da ku her çend şirket di beşa hûrgiliyên rênimayan de amaje bi wê dikin ku divê bi temamî pişta xwe bi agahiyên wan neyê girêdan lê piraniya bikarhêneran ji vê yekê ne haydar in.

“Divê bikarhêner pirsgirêkên xwe yên şexsî nebêjin”

Hêja li ser şêwaza rast a reftara bi vê teknolojiyê re jî tekezî li ser çend xalên girîng kir.

Yek jê parastina agahiyên taybet bû û bi gotina rêveberê OpenAIyê, hişyarî da ku divê bikarhêner pirsgirêkên xwe yên şexsî û malbatî di van sîsteman de nebêjin.

Her wiha, pêwîst e bikarhêner di daxwazên xwe de gelekî hûr û zelal be ji bo ku encamên herî baş bi dest bixe.

Mînak, di dema dariştina kampanyayeke bazarkirinê de, divê armanc, koma hedef û encama xwestî diyar bike.

Wî ducare kir ku piştî wergirtina bersivê, divê bi ti awayî baweriyeke tam pê neyê kirin û pêwîst e hemû gav û agahî yek bi yek bên kontrolkirin, "Zîrekî li vir ew e ku em karibin şiyana xwe û van amûran têkel bikin ji bo gihîştina encama herî baş."

“Vîdeoyên sexte gefeke mezin in”

Hêja Hesen metirsiya çêkirina vîdeoyên sexte wek yek ji gefên mezin bi nav kir, nemaze ji bo kesayetiyên diyar.

Li ge vê yekê, tedbîrên teknîkî û yasayî jî rave kir û got, "Xweşbextane, di 'metadata'ya dosyeyan de şîfrekirin û nîşaneya avî (watermark) tê bikaranîn, ev yek dihêle ku di dema pêwîst de û li dadgehê, pir bi hêsanî bê îsbatkirin ku vîdyoyek sexte ye."

Hêja Hesenê di beşeke din a axaftina xwe de, hişyariyeke pir cidî da ciwanan derbarê teknolojiyeke nû ya metirsîdar ku rê dide ku di dema peywendiyeke vîdeoyî ya zindî de, kesek rûyê xwe biguherîne û bike rûyê kesekî din, "Ji kerema xwe êdî bawer nekin ku her kesê kamera vekir, wateya wê ew e ku ew bi xwe ye."

Wekî çareserî jî pêşniyar kir ku ji kesê beramber daxwaza bikaranîna neynikê bê kirin.

Wî di dawiyê de armanca çalakiyên xwe yên li ser medyaya civakî rave kir û got, "Têgihiştineke şaş heye û piranî wisa dizanin ku hişê çêkirî tenê ChatGPT û yên wekî wê ne."

Wî tekez kir ku ev tenê beşekî biçûk in û ev teknolojî bikaranînên wê yên pir berfirehtir hene, wekî di warê pizîşkî û bankan de.

Navborî wek erka xwe dît ku bi rêya çêkirina vîdeo û kursên fêrkirinê bi zimanê Kurdî, hişyariyê li ser zanista datayê û warên cuda yên hişê çêkirî belav bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst