Dusseldorf (Rûdaw) - Di operasyoneke hêzên ewlehiyê yên Îtalyayê de 25 kes bi tohmeta endamtiya di toreke mezin a qaçaxçîtiya koçberan de hatin girtin.
Polîsê Îtalyayê ragihand ku delîlên wan hene ku wan kesan 2 hezar koçber bi qaçaxî birîna wî welatî.
Ew koçber di navbera salên 2017an û 2022an de bi keştiyê veguhestina Îtalyayê.
Li gorî agahiyên fermî, kesên ku hatine girtin welatiyên Gurcistan, Ukrayna, Tirkiye û Moldovayê ne.
Ji ber ku welatiyên Bakurê Kurdistanê jî wekî welatiyên Tirkiyeyê tên hesibandin, nayê zanîn ka di nav wan kesên ku wekî xelkê Tirkiyeyê hatine tomarkirin de, Kurd hene yan na.
Polîsê Îtalyayê dibêje ku ji bilî wan kesên ku hatine girtin, wan dest daniye ser 3 milyon û 300 hezar Euroyan jî.
Her wiha, 43 kesên din jî di bin çavdêriyê de ne û li ser vê dosyeyê lêpirsîn li gel wan tê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse