Konseya Ewropayê gotûbêjan derbarê Ewlekariya Rojnamevanan û Azadiya Medyayê de dike

21-01-2020
Li Tirkiyê rojnamevan berî bên dadgehkirin bi meh û salan tên girtin
Li Tirkiyê rojnamevan berî bên dadgehkirin bi meh û salan tên girtin
Nîşan Konseya Ewropayê Ewlekariya Rojnamevanan û Azadiya Medyayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Biryar e sibe Sêşemê, Encûmena parlamentarên Yekîtiya Ewropa bicive û gotûbêjan di derbarê raporta Ewlekariya Rojnamevanan û Azadiya Medyayê li Tirkiyê de bikin.

Encûmena parlamentarên konseya Ewropa roja sêşemê li Strasbourgê di civînekê de gotûbêjan li ser wê raportê dikin ku bi nav û nîşana Ewlekariya Rojnamevanan û Azadiya Medyayê hatiye amadekirin.

Ew raport ji aliyê Parlamentarê Brîtanya Corc Folkis ve hatiye amadekirin , tê de behsa wê yekê kiriye ku Divê Tirkiyê dawî li bikaranîna yasayên nehiştina terorê ji bo bêdengkirina rojnamevanan bîne.

Piştî encamdana gotûbêjan dê dengan li ser wê raportê bê dayîn. Li gor heman raportê, di Konseya Ewropayê de zêdetirîn rojnamevan li Tirkiyê hatine girtin.

Beriya civînê, di dengdana Komîteya Perwerdeya Medyayî û Kulturî de , Parlamentarê MHPê Kemal Aydin ku di heman dema de endamê wê encûmenê ye ew raport red kiriye.

Di raportê de behsa wê yekê hatiye kirin ku Li Tirkiyê rojnamevan berî bên dadgehkirin bi meh û salan tên girtin. Herwiha tekez kirine ku ev rewşe li gor biryarên Dadgeha Mafê Mirovî ya Ewropayê bi binkariya azadiya nerînê rastî rexneyan hatiye.

Raport ji Tirkiyê daxwaz kiriye, ku bi awayekê li gel biryarên berê yên Encûmena Parlamentarên Konseya Eweropayê bi gunceve û  divê madeyên 299 û 301 di yasaya cezakirinê de bên rakirin an bên serastkirin.

Di heman demê de behsa çavdêrîkirina medyayî ji aliyê Saziya Çavdêriya Televiziyon û Radiyoya Tirikiyê (RUTUK) hatiye kirin, tê xwastin ku ev sazî erkên xwe di çarçoveya bingehên Dadgeha Mafê Mirovî ya Erwropayê de erkên xwe bi cih bike.

Li Tirkiyê di qonaxa ragihandina rewşa awarte de li 21 Tîrmeha sala 2016an ku 7 caran hatiye dirêjkirin û li sala 2018an bi dawî bû, nêzîkî 300 rojnamevan hatin girtin. Herwiha 161 rojnamevan di zindanan de derbasî sala 2020an bûn.

Li gor raporta rojnamevanên bê sînor di sala 2019an de li Tirkiyê 25 rojnamevan hatin girtin û hejmareke wan piştî azadkirinê biryara qedexekirina derketin bo derveyî welatî bi ser wan de hatiye sepandin , ew neçar in her hefte serdana navendên polîsan bikin û doseyên xwe îmza bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst