Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê ragihand ku Raportorên Komîsyona Venêrînê yên Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê David Blencathra û Stefan Schennah koma wan a Parlamentoya Tirkiyeyê ziyaret kir û rewşa ya li herêmê hatin gotûbêjkirin.
Raportorên Konseya Ewropayê David Blencathra û Stefan Schennah doh bi Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê re hevdîtin kir.
DEM Partiyê li ser hesabê xwe yê Xê derbarê hevdîtinê peyamek belav kir û got:
“Di hevdîtinê de li ser mijarên wekî rewşa herî dawî ya siyasî ya li Tirkiyeyê, gavên pêwîst ên ji bo derxistina Tirkiyeyê ji pêvajoya şopandinê û bicihkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gotûbêj hatin kirin.”
Salên dirêj in Konseya Ewropayê di mijara bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de rexneyan li Tirkiyeyê digire û endambûna wê ji bo Yekîtiya Ewropayê nayê pesendkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse