Moskow (Rûda) - Li Rûsyayê panelek derbarê rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hat kirin û di penelê de behsa rola Kurdan hat kirin tekez kirin ji ber beşek mezin a çavkaniyên xwezayî yên Sûriyê di destê Kurdan de ye divê roleke berçav di proseya siyasî de hebin.
Li Rûsyayê di panaleke taybet du raportên cuda yên li ser rewşa qeyrana Sûrî û jinûve avadankirina Sûrî di qonaxa piştî şer de, ku Koma Krîza Navnetweyî (ICG), û Encumena Karûbarên Navnetweyî ya Rûsyayê amade kirine, li şuna çareseriyê, nakokiyên di navbeyna nêrînên Ewrûpa û Rûsyayê de hat nirxandin.
Li gorî raporta Koma Krîzê, heta ku li Sûrî çaksaziyên siyasî pêk neyên, Ewropa dê ti alîkariya darayî nede.
Bi nêrîna nûnerên Koma Krîzê, beşdarîkirina Kurdan di proseya siyasî de jî, dikare han bide tevaya proseya çaksaziyê li Sûrî, lê helwesta Tirkiyeyê li pêş vê yekê astenge.
Derbarê mijarê de Serokê Bernameya Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê ya Koma Krîza Navnetewyî (ICG) Jost Hilterman ji Rûdawê re got: “Bi nêrîna me, Yekîneyên Parastina Gel ên kurdan, ku 70-80 % samanên siruştî yên Sûrî di bin kontrola wan de ye, divê bi xwezayî, bibin beşekî çareseriyê."
Analîsta li ser Sûrî ya Koma Krîzê ya Navnetewyî Darîn Xelîfe jî got: “Aliya Kurd ji ber vetoya Tirkiyê ji proseya siyasî hatine bidûrxistin. Me pir behsa vê mijarê kiriye û me nivîsiye jî. Bi nêrîna min jî, divê Kurd bibin beşekî çareseriya qeyrana Sûrî. Alternatîva vê yekê jî, yan çareseriya serbazî ye, ku dê bibe sedema karesateke mirovî; yan jî de-facto parçebûna Sûrî."
Raporta Encumne Rûsyayê pêşbînî dike ku niha Ewropa dikare zêdetir alîkariya mirovî bişîne Sûrî û piştî bidawîbûna şer jî dikare veberhêanan bike.
Lê piştî gefên Serokê Tirkiyê, ku Enqere amade ye operasyona dijî hêzên hikûmeta Sûrî encam bide, diyare mijara şer dê demekî dirêj di rojevê de bimîne.
Serokê Encumne Karûbarên Navnetweyî ya Rûsyayê Andrey Kortûnov wiha axivî: "Di radeyekî de Erdogan blof dike. Ez bawer nakim ku Tirkiye amadeye li Sûrî pozberiya Rûsyayê bike. Bê guman, ew peyem in ji bo Moskowê, da ku hin tawizan bide. Dûr nîne ku ew bixwaze mijara deverekî tampon li Idlibê gotûbêj bike. Lê eger Erdogan operasyoneke din jî li dijî Kurdan destpê bike, hingê dê pirsgirêka wî ne tenê bi Moskowê re, lê bi Waşîngtonê re jî kûrtir bibe."
Çavdêr dibêjin, Moskow hewl dide, ku şerê li Îdlîbê danegere li şereke navnetweyî. Lewma jî bi Tirkiyê re bazarîyeke giran, ne tenê li ser Idlibê, belkî li ser Rojavayê Kurdistanê jî dimeşîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse