Rêxsitina Qedexekirina Çekên Kîmyayî di 12yê vê mehê de, duyemîn raporta xwe derbarê bikaranîna çekên kîmyayî, ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve, pêşkêş kir.
Hewlêr (Rûdaw) - Îro Rêxsitina Qedexekirina Çekên Kîmyayî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî, derbarê Sûriyê dicive.
Rêxistinê di 12yê vê mehê de, duyemîn raporta xwe derbarê bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve, pêşkêş kir.
Li gorî wê raportê, 4ê Sibata 2018an, helîkoptereke şer a artêşa Sûriyê, bi kêmanî yek kûpê gaxa klorê bi ser bajarokê Seraqib de, berdaye, ku bûye sedema tûştûbna 12 kesan, bi jehrîbûn û tenghenasebûnê, lê kesek ji wan nemiriye.
Amerîka û hevpeymanên wê, li Encûmena Asayişê li ser encama wê raportê hikûmeta Sûriyê şermezar kirin û hewl didin wê siza bidin.
Lê Rûsya û Hindistan, têbîniyên wan li ser raportê hene û dibînin ku ew ne cihê baweriyê ye.
Şandiya Amerîkayê ji bo NY, Linda Thomas- Greenfield ragihand: “Rejîma Esed hewl daye bi rêya dirustkirina berbestan li ber lêkolînên serbixwe û binpêkirina rol û karê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî, xwe ji sizayan vedize. Herwiha hevpeymanên wê rejîmê, bi diyarkirî jî Rûsya, hewl daye ku rê li ber her hewlekê bigirin ji bo sizadana wê.”
Nûnerê Rûsyayê li Netewên Yekbûyî, Vasily Nebenzia jî diyar kir: “Sûriye bi piştgiriya Rûsyayê, di Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî de beşdar bûye. Sûriya bi daxuyaniya seretayî ya Rêkeftina Çekên Kîmawî pabend bû, û hemû çekên kîmawî yên li embarên xwe jinav birin.”
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dibêje, bi rêya tîmeke taybet a lêkolînan, ji bo amadekirina raporta xwe, 400 gêgabyt zanyarî kom kirine, ligel gelek kesan axivîne û bi gelek corên teknolocyaya serdemî, lêkolîn di wê bûyerê de kiriye.
Feysel Miqdad, Wezîrê Derve yê Sûriyê, encama wê raportê red dike û dibîne ku Amerîka û hevpeymanên wê, ew rêxistin ji xwe re kiriye amrazek ji bo bicihanîna armancên xwe li dijî Şamê.
Îlona 2013an, Neteweyên Yekbûyî, projebiryara xwe ya hejmar 2118 derxist, ku Sûriya neçar dike programa xwe ya çekên kêmawî jinav bibe.
Lê piştî derbasbûna bêhtir ji 7 salan, Neteweyên Yekbûyî dibêje, hêj hikûmeta Sûriyê ew projebiryar cîbicî nekiriye.
Izumi Nakamitsu, Alîkar û Nûnera Sekreterê Giştî yê NY ji bo karûbarên nehiştina çekên kîmyayî jî tekez kir: “Di vê demê de, ew daxuyaniya ku ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hate belavkirin, ne pêkan e li gorî Rêkeftina Çekên Kîmyayî, bi hûrî û tevayî bê danîn.”
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî, sala par yekemîn raporta xwe li ser Sûriyê belav kir, ku di raportê de jî, hikûmeta wî welatî bi encamdana êrîşa kîmawî, bi bikaranîna gaza klor û sarînê li ser bajarokê Letamne yê ser bi parêzgeha Hemayê, di Adara 2017an de, tometbar kir.
Hikûmeta Sûriyê hemû ew tometên wê rêxistinê red kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse