Şerê li Sûdanê rewşa koçberên Rojavayê Kurdistanê xirabtir kiriye

20-04-2023
RÛDAW
Şerê li Sûdanê rewşa koçberên Rojavayê Kurdistanê xirabtir kiriye
Şerê li Sûdanê rewşa koçberên Rojavayê Kurdistanê xirabtir kiriye
Nîşan Sûdan Koçberên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyên Rojavayê Kurdistanê yên li Xertûm a paytexta Sûdanê dimînin, ji ber dijwariya şer û xirabiya rewşa ewlekariyê koçberî bajarokê Şindî bûne ku li bakurê Xertûmê ye.

Ciwan Elî yek ji wan kesan e ji Xertûmê koçberî bajarokê Şindî bûye ji Rûdawê re dibêje, eger rewşa Xertûmê baş bibe ew ê careke din vegerin wir, heger baş nebe wê biçin bajarê Bor Sûdan û ji wir jî wê ji wî welatî derkevin.

Li riya Xertûm a paytexta Sûdanê û bajarokê Şindî yê Sûdanê, Ciwan Elî ciwanekî bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ye, malbata xwe ji şerê li paytexta wî welatî rizgar dike.

Ciwan û malbata xwe ji bo duyem car e koçber dibin, yekem car ji Girê spî bo Xertûmê, vê carê jî ji Xertûmê bo bajarokê Şindî yê bakurê Xertûmê, Dîmenên koçberiya xwe ya vê carê ji bo Rûdawê şandine.

Welatiyê Rojavayê Kurdistanê li Sûdanê Ciwan Elî anî ziman, “Em li bendê ne ku rewş li paytexta Sûdanê, Xertûmê aram bibe û em vegerin cihê xwe. Heger aramî çênebe em ê biçin bajarê Bor Sûdanê ku ji vî bajarî dûr e û em bi rêya firokexaneyê Sûdanê derkevin.”

Tevî ku van malbatan jiyana xwe ji şerê li Xertûmê rizgar kirine lê rewşa wan a aborî xirab e, banga alîkariyê dikin.

Welatiyê Rojavayê Kurdistanê li Sûdanê Haşim Cewdet got, “Em ji Kobaniyê ne, derdora 200 malbatî ne, ji ber ku ewlehî nema xelk derket. Hemûyan zarokên biçûk bi wan re hene û tiştekî wan nîne.”

Di 6 rojên şer de li Sûdanê 4 welatiyên Sûrî li wî welatî hatine kuştin, Li gorî dawî amarên Netewên Yekbûyî 90 hezar penaberên Sûrî li Sûdanê dijîn, piraniya wan li Xertûma paytext in.

Ji roja 15ê vê mehê ve şer û pevçûn di navbera Artêşa Sûdanê bi serokatiya Ebdulfetah Burhan û Hêzên Piştevaniya Bilez (RSF) bi serokatiya Mihemed Deqlo berdewam in, heta niha nêzîkî 300 kes hatine kuştin, bi sedan kesên din jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst