Bruksel (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Lîtvanyayê Kestutis Budrys got, “Em piştgiriya sivikkirina cezayên li ser Sûriyeyê dikin.”
Li Bruksela paytexta Belçîkayê civîna Konseya Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) tê lidarxistin.
Wezîrê Karên Derve yê Lîtvanyayê Kestutis Budrys beriya civînê pirsên nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin.
Kestutis Budrys bal kişand ser wê yekê ku sivikkirina cezayên li ser Sûriyeyê divê ne tenê ji bo warê mafên mirovan be.
Wezîrê Karên Derve yê Lîtvanyayê Kestutis Budrys got:
“Welatê me piştgiriyê dide sivikkirina cezayên li ser Sûriyeyê di bin hinek mercan de.
Divê ev merc zelal bin û rasterast ji Hikûmeta Sûriyeyê re bên pêşkêşkirin.”
Kestutis Budrys her wiha diyar kir ku divê ev merc ne tenê li ser mafên mirovan, her wiha li ser hebûna hêzên biyanî yên li Sûriyeyê jî bisekinin.
Budrys destnîşan kir, ev hêz, çalakiyên ku li dijî berjewendiyên Ewropayê ne pêk tînin.
Piştî serhildanên sala 2011ê û şerê navxwe Yekîtiya Ewropayê (YE) dest bi sepandina cezayên berfireh ên li ser rejîma Beşar Esed kir.
YEyê hemû pêwendiyên xwe yên fermî yên bi hikûmeta Şamê re qut kirin lê wekî yek ji dabînkerên herî mezin ên alîkariya mirovî ya ji bo penaberên Sûriyeyê berdewam kir.
YEyê 24ê Sibata 2025an biryar da ku hinek cezayên li ser sektorên enerjî, veguhastin û bankayan ên Sûriyeyê bi awayekî demkî kêm bike.
Di civîna Konseya Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) de, ne tenê Sûriye, her wiha şerê Ukraynayê, pêşhatên li Rojhilata Navîn û mijarên hevkariya parastinê ya Yekîtiya Ewropayê jî tên nîqaşkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse