Hinek balafirgehên Ewropayê rastî êrişa sîber hatin

20-09-2025
RÛDAW
Nîşan Balafirgehên Ewropayê Êrişa Sîber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Êrişeke sîber li çend balafirgehên mezin Ewropayê hat kirin û sîstemên balafiregehan têk çûn û geşt hatin bipaşxistin

Êrişeke sîber a ku sîstemên "check-in" û siwarbûnê yên li gelek balafirgehên Ewropayê kir armanc bû sedema biderengketin û betalbûna gelek geştan.

Ji ber êrişan bandor li balafirgehên wekî Bruksel, London û Berlînê jî bûn û rêwî neçar man ku kar  ûbarên xwe bi awayekî destî bikin.

Balafirgeha Brukselê rewş ragihand

Balafirgeha Brukselê daxuyaniyek da û ragihand ku êrişeke sîber li dijî dabînkerê xizmeta sîstemên "check-in" û siwarbûnê yên ku ew bi kar tînin, hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber êrişê bandor gelek balafirgehên Ewropayê, di nav de Balafirgeha Brukselê ya li Belçîkayê jî heye û di rewşa heyî de tenê bi awayekî destî kar û barên "check-in" û siwarbûnê mumkin in.

Hat gotin ku pirsgirêka teknîkî bi awayekî mezin bandoreke neyînî li plansaziya geştan kiriye û di geştan de biderengketin û betalbûn çêbûne.

Di daxuyaniyê de ji rêwiyên ku îro geşta wan heye hat xwestin ku berî çûna balafirgehê rewşa geştên xwe ji şirketên asmanî kontrol bikin û yên ku geşta wan hatiye piştrastkirin jî herî kêm 3 saetan zûtir biçin balafirgehê.

Şirketa Amerîkayê êriş piştrast kir

Şîrketa Collins Aerospaceyê ya ku navenda wê li Amerîkayê ye û sîstemên "check-in" û siwarbûnê dide balafirgehan ragihand ku di sîstemên wan de ji ber êrişeke sîber qutbûnek çêbûye û ew bi awayekî aktîv dixebitin da ku pirsgirêkê çareser bikin.

Bandor li London û Berlînê jî kir

Balafirgeha Heathrowê ya Londonê jî derbarê mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku Kompanyaya Collins Aerospaceyê ya ku ji gelek balafirgehan re sîsteman çêdike, rastî pirsgirêkeke teknîkî hatiye ku dibe sedema derengketinan.

Balafirgeha Berlînê jî di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ji ber pirsgirêkeke teknîkî ya di dabînkerê sîstemê de ku li seranserê Ewropayê kar dike, dibe ku di karûbarên "check-in" de pisgirêk heta demekê bidome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst