Brîtanya amadekariyan dike Hemasê weke rêkxistineke terorîst ragihîne

20-11-2021
RÛDAW
Nîşan Brîtanya Hemas Lîsteya Terorê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Brîtanyayê Priti Patel ragihand ku wan ji bo ragihandina Hamasê weke rêkxistineke terorîst dest bi pêvajoya yasayî kirine. Heta niha li Brîtanya tenê baskê serbazî ê Hemasê Yekîneyên Îzzeddîn El Qessam di lîsteya terorê de bûn.

Ji sala 2001ê ve li Brîtanya, di çarçoveya rûbirûbûna terorê de baskê serbazî ê Hemasê Yekîneyên Îzzeddîn El Qessam qedexe bûn. Lê Hemasa îslamî a tûndrê bi temamî ne di lîsteyê de bû.

Wezîrê Navxwe Priti Patel dibêje, niha Hemas hatiye guhertin û dikare xwe bigihîne gelek çekên curbecur, hêza wî a pêkanîna terorê û kampên wê ên perwerdekirina terorîstan hene, ji bo vê jî ew dixwaze wê rêkxistinê bi temamî qedexe bike.

Piştî qedexekirina vê rêkxistinê li Brîtanya her kesê ku daxuyaniyên piştgiriya Hemasê belav bike, alayên wê hilde û li ser navê wê civînan rêk bixe, wê weke tawanbarê terorê bê dîtin û li gorî yasayê heta 14 salan cezayê zindanê û pereyan wergirin.

Heftiya li pêş wê Wezîrê Navxwe vê guhertinê pêşkêşî parlamentoyê bike û piştî pesendbûnê jî roja 26ê mehê têkeve warê cîbicîkirinê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst