Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Davosê yê Swîsreyê bi Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev re civiya.
Serokwezîrê Herêma Mesrûr Barzanî doh ji bo beşdariya Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê çû Swîsreyê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev daxuyaniyekê belava kir.
Hikûmetê di daxuyaniya xwe de ragihand:
“Di civînê de, Aliyev kêfxweşiya xwe ya ji bo hevdîtinê nîşan da û amaje bi pêwendiyên dîrokî yên di navbera Azerbeycan û gelê Kurd de kir.
Wî her wiha Serokwezîr vexwend Azerbeycanê û ragihand ku di bernameya wî de ye biçe serdana Îraq û Herêma Kurdistanê.”
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Îlham Aliyev amadehiya xwe ji bo destpêkirina geştên asmanî yên di navbera Baku û Hewlêrê de nîşan da.
Mesrûr Barzanî “spasiya piştgirî û hevahengiya Komara Azerbeycanê kir û tekezî li ser girîngiya xurtkirina pêwendiyên dualî yên di hemû waran de kir.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Davosê yê Swîsreyê îro bi Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo re jî civiyabû.
Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê doh dest pê kir û dê heta 24ê Kanûna Paşîn a 2025an bidomîne, dirûşma forumê “Di Serdema Aqilê de Pêkvexebitîn” e.
Zêdetirî 350 serkirdeyên ku 60 ji wan serokên welatan an jî hikûmetan in dê beşdarî forumê bibin.
Di nava wan de Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump jî heye ku dê bi rêya înternetê bi beşdaran re biaxive.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse