Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka hişyarî da Tirkiyê rê nede ku Rûsya, Tirkiyê ji bo rizgariya ji cezayên rojava bi kar bîne.
Cîgirê Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Wally Adeyemo û Cîgirê Wezîrê Xezîneyê yê Tirkiyê Yunus Elîtaş di 19ê Tebaxê de bi telefonê axivîn.
Di pêwendiya telefonî ya di navbera Elîtaş û Adeyemo de hat ragihandin ku gavên ji bo xurtkirina hevkariya Tirkiye û Amerîkayê hatine gotûbêjkirin.
Li gorî nûçeya Reutersê, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de derbarê hevdîtinê de ragihand ku Cîgirê Wezîrê Xezîneyê Wally Adeyemo hişyarî da ku Rûsya ji destpêka êrîşên xwe ve hewl dide Tirkiyê ji bo dûrketina ji cezayên Rojava bikar bîne.
Hat ragihandin Elîtaş behsa pêwendiyên kûr ên aborî û siyasî yên Tirkiyê yên bi Rûsya û Ukraynayê re kiriye û her wiha Adeyemo piştrast kiriye ku Enqere rê nade cezayên li ser Rûsyayê werin binpêkirin.
Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin, “Elîtaş destnîşan kir ku helwesta Tirkiyê ya li hemberî pêvajoyên heyî û cezayên heyî neguheriye lê ew ê destûrê nedin tu sazî û kes cezayan binpê bike.”
Daxuyaniya Tirkiyê
Li aliyê din Wezareta Xezîne û Darayî ya Tirkiyê têkildarî axavtina 19ê Tebaxê de daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Elîtaş bal kişand ser têkiliyên kûr ên aborî û siyasî yên bi Ukrayna û Rûsyayê re û destnîşan kir ku helwesta Tirkiyê ya li hemberî pêvajoya ku dewam dike û cezayan neguheriye, her wiha ji aliyê tu sazî û dezgehan ve destûr nayê dayîn ku ceza bêne binpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse