Li Brîtanyayê cenazeyê ciwanekî Kurd hat dîtin

21-08-2023
RÛDAW
Nîşan Kurd Ciwan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Manchesterê yê Brîtanyayê cenazeyê Herdî Mihemed ê ji Herêma Kurdistanê hat dîtin.

Kurxalê Herdî Mihemed, Şiwan Kemal roja yekşemê ji Rûdawê re ragihand ku bûyerê roja 17ê vê mehê rû daye lê cenazeyê wî îro şandiye bijîşkiya dadweriyê.

Şiwan Kemal li ser bûyerê jî diyar kir ku polîsan dest bi lêkolînê kiriye lê qirika wî bi jîletê hatiye birîn.

Herdî Mihemed bi jineke Pakistanî re zewicî bûye û bi gotina Şiwan Kemal, her tim pirsgirêkên wan hebûne.

Herdî Mihemed şeş sal in li Brîtanyayê dijiya û sala 1990î ji dayik bûye.

Bavê Herdî, Mihemed Ebdullah ji Rûdawê re got ku roja înê xebera mirina kurê wî gihîştiye wan.

Xizmên Herdî li Silêmaniyê dijîn û li wir şîn daniye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst