Di sedsaliya Tirkiyeyê de rewşa ciwanan her diçe xirab dibe

30-10-2023
Omer Sonmez
Ji sedî 76ê ciwanên Tirkiyê dixwazin biçin derveyî welat
Ji sedî 76ê ciwanên Tirkiyê dixwazin biçin derveyî welat
Nîşan Tirkiye Ciwan Ewropa
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Komara Tirkiyeyê 100 saliya xwe pîroz dike û rêveberên wî welatî her daîm bi ciwanbûna komara xwe û zêdebûna ciwanên xwe şanaz dibin.

Lewra ji sedî 15ê nifûsa Tirkiyeyê ango 13 milyon kes ji ciwanên temenê wan di navbera 15-24 salî de ne pêk tê.

Lê li gorî lêkolînan, ji sedî 73ê ciwanên li Tirkiyê ji ber şertên xirab yên aborî, siyasî û civakî dixwazin ji Tirkiyeyê koç bikin û li derveyî welat bijîn.

Li gorî raporekê, ji sedî 77ê ciwanên Tirkiyeyê ji siyasetmedar û ji saziya siyasetê ne bawer in û ji sedî 63ê wan jî di wê baweriyê de ne ku Tirkiye xirab tê birêvebirin.

Ji ber vê yekê jî piraniya ciwanan di xewn û xeyala çûyîna Ewropayê de ne.

Li gorî vê rapora Rûdawê ku li Stenbolê hatiye amadekirin, hin dê û bav jî ji ber şertên heyî, êdî naxwazin zarokên wan li Tirkiyeyê mezin bibin û li vir perwerdeyê bibînin.

“Qîmetê hewce nadin ciwanan”

Xwendekara zanîngehê Gokçe Gokçeoglu ji Rûdawê re got:

“Wekî her mirovî ji bo paşerojê plana min jî heye. Lê pêkanîna wê li Tirkiyeyê pir zor e. Lewra li vir qedr û qîmetê hewce nadin me ciwanan.

Ji ber vê yekê, ez dixwazim xewn û xeyalên xwe ne li vî welatî lê li welatekî biyanî pêk bînim. Erê, ez ji miletê Tirk pir hez dikim lê ev milet pir bi stres e, zêde xweşbîn nîne. Ji loma jî ez ê li derveyî welat xwe baştir rihet hîs bikim.”

Ciwan paşeroj û hêviya her miletî ye.

Lê di salên dawî de li Tirkiyeyê ji ber rewşa siyasî, aborî û civakî hejmarek zêde ciwan koçî welatên Ewropayê dikin.

Beşek zêde ciwan jî dixwazin Tirkiyeyê biterikînin.

Li gorî rapora Sibata 2022yan a Komeleya Konrad-Adenauer-Stiftung (KAS) ku navend Almanyayê ye û li ser Tirkiyeyê lêkolîn kiriye, ji sedî 76,7ê ciwanên Tirkiyeyê ji siyasetmedar û ji saziya siyasetê ne bawer in.

Li gorî heman lêkolînê ji sedî 62,5ê wan jî di wê baweriyê de ne ku Tirkiye xirab tê birêvebirin.

Lewma jî piraniya ciwanan di xewn û xeyala çûyîna Ewropayê de ne.

Xwendekarê zanîngehê Enes Kolukisa jî got:

“Ez xwendekarê zanîngehê me. Ya rast plana min a bo çûyîna derveyî welêt heye. Helbet ji ber sedemên aborî, hebûna penaberan û şer û pevçûnên li ber sînorên me ez dixwazim biçim.

Mixabin, ez nikarim li vî welatî plana xwe ya paşerojê bicih bikim. Li vir plana salan na, meriv nikare plana mehekê şûnde bike.

Lewra meriv nizane çi tê serê me. Her wiha em li vir perwerdeya hewce jî nabînin.”

3 salan zêdeyî milyonek kesî koç kiriye

Li gorî saziya fermî ya Tirkiyeyê TUIKê, di salên 2019, 2020 û di 2021ê de, yanê di nava 3 salan de bi giştî 1 milyon û 38 hezar kesan ji Tirkiyeyê koç kiriye.

Dîsa di nava wan 3 salan de 286 hezar ciwanên temenê wan di navbera 20-29 salî de ne berê xwe daye welatên biyanî.

Ciwan diçin Almanya û Fransayê

Ciwan herî zêde diçin welatên Ewropayê yên wekî Almanya û Fransayê.

Herwiha ciwan welatên wekî Amerîka, Kanada û welatên Îskandînavyayê jî tercîh dikin.

“Bê edaletî zêde ye”

Xebatkar Mihemedê Agirî jî got, “Gelek hevalên min hene ku van rojan çûne Amerîkayê. Lewra li vir her tişt biha ye, bê edaletî zêde ye.”

Hin dê û bav jî ji ber şertên aborî û siyasî, êdî naxwazin zarokên wan li Tirkiyeyê mezin bibin û li vir perwerdeyê bibînin.

Malbat dixwazin zarokên wan li Tirkiyeyê nemînin

Ji ber vê yekê dê û bav jî piştgiriyê didin ku zarokên wan biçin Ewropayê.

Malnişîn Yeliz Uçarê jî got

“Zarokê min jî dixwaze biçe. Ji ber ku li vir pêşiya xwe nabîne û hêviya wî ji Tirkiyeyê nema. Ez jî dixwazim ew ji vir here û jiyana xwe rêkûpêk bike.

Ya rast ez jî naxwazim li vir bimînim. Her çiqasî ji welatê xwe hez bikim jî ji ber derfet û rewşa welêt ez naxwazim bimînin.”

Li gorî îstatîstîka destpêka sala 2023yan, nifûsa Tirkiyeyê 85 milyon û 280 hezar e, jê 12 milyon û 950 hezar kes ciwan in.

Yanê ji sedî 15,2yê nifûsa Tirkiyeyê ji ciwanên temenê wan di navbera 15-24 salî de ne pêk tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst