Encûmena Ewropayê stratejiya nû ya derbarê Iraqê de pesend kir

22-01-2018
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Ewropa Encûmena Ewropa Stratejiya nû Kurdistan Hewlêr Bexda Diyalog
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Ewropayê îro Duşemî 22ê Çileya 2018an stratejiya xwe ya nû ya derbarê Iraqê de pesend kir, ku têde piştgiriya danûstandinên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê dike û daxwaza cîbicîkirina tevahiya made û bendên destûra wî welatî dike.

 

Yekîtiya Ewropa di stratejiya xwe ya nû ya derbarê Iraqê de piştgiriya xwe bo danûstandinên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê radigihîne û daxwaza cîbicîkirina tevahiya madeyên destûra wî welatî dike. Herwiha Yekîtiya Ewropa bi taybetî tekezî li ser statuya Herêma Kurdistanê di çarçoveya Destûra Iraqê de dike û daxwaza rêkevtinê di navbera her du aliyan de dike, bi awayekê ku Bexda û Hewlêr jê qazanc bikin.

 

Encûmena Ewropayê herwiha daxwaz dike, hilbijartinên parlamentoya Iraqê di dema xwe ya diyarkirî, wate di meha Gulan a 2018an de werin lidarxistin û pêkhateyên Herêma Kurdistanê jî têde beşdar bibin.

 

Di çarçoveya vê stratejiya nû de, Encûmena Ewropa piştgiriya xwe bo xelkê Iraqê û hikûmet û hêzên ewlehiyê di şerê li dijî DAIŞê de nîşan dide û tekezî li ser hevbeşiya navbera Yekîtiya Ewropa û Iraqê di warê aborî û siyasî de jî kiriye.

 

Herwiha Encûmena Ewropayê tekezî li ser çareserkirina hemû arîşe û nakokiyên navbera Hewlêr û Bexddayê bi cîbicîkirina hemû madeyên destûrî dike.

 

Di xaleke wê stratejiya nû ya Yekîtiya Ewropayê de tê gotin: “Yekîtiya Ewropa daxwaz ji hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe yên niha dest bi diyalogeke berhemdar û encamdar bikin. Herwiha daxwaz dike bingehê ji bo gotûbêjeke kûr li ser hemû mijaran dabîn bikin, bi piştgirêdana bi cîbicîkirina tevahiya destûra Iraqê û hemû madeyên taybet bi Herêma Kurdistanê, pêngavan ber bi pêwnediyeke demdirêj a du alî û mifadar bavêjin. Yekîtiya Ewropayê di vê baweriyê de ye, ku diyalogeke li ser esasê bingehên destûrî erk û berpirsatiya her du aliyan e û em daxwaz dikin, ku diyalog û hemahengiya navbera her du aliyan bi baştirîn şêwe xizmeta xelkê Iraqê bike. Yekîtiya Ewropa pêşwazî li hewlên ji bo encamdana diyalogeke bi vî awayî dike. Herwiha tekezî li ser piştgiriya xwe ya temam ji bo navbeynkariya Netewên Yekgirtî jî dike û amade ye ku hêsankariyê ji bo diyalogê bike, eger ku daxwaz jê were kirin.”

 

Herwiha Encûmena Ewropayê di xaleke din a stratejiya xwe de piştgiriya xwe bo yekparçeyî û parastina serweriya Iraqê nîşan dide û dibêje: “Yekîtiya Ewropayê piştgiriya yekîtî û serwerî û yekparçeyiya axa Iraqê dike, piştgîrî li rola bi bnador a parastina mafên pêkhateyan û olên ciyawaz û awayê xwezayî ya civaka Iraqê jî dike, di nav de jî parastina mafê kêmîneyan û çêkirina bonda hevbeşiya nasnameya niştimanî û hevwelatîbûneke giştî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst