Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê bangî welatan kir û ragihand, “Em bangî hemû welatan dikin ku rêzê li serwerî û ewlehiya xaka Îraqê bigirin.”
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di civîna 78emîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de gotarek pêşkêş kir.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di gotara xwe de behsa jiyana xelkê, çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê, şerê li dijî gendeliyê, pirsgirêkên ewlehiyê û serweriya xaka Îraqê û guhertina keşûhewayê kir.
Mihemed Şiya Sûdanî di axaftina xwe de destnîşan kir ku ew li dijî gendeliyê têdikoşin û wan dest bi girtina kesên gendel kiriye.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di gotara xwe de anî ziman:
“Me test ji bo vê nexweşiyê kir û jê re got şewba gendeliyê û tekoşîna bi wê re kir karê xwe ya sereke.
Her wiha me dest bi lêkolînê kir ku her li ku bin, li kîjan pozîsyonê bin û ji kîjan partiyê bin ji bo jinavbirina wê nexweşiyê me radestî yasaya Îraqê kirin.”
Serokwezîrê Îraqê di beşeke din a gotara xwe de ji welatên dost û hevkar xwest:
“Ji bo şerê li dijî gendeliyê yê di hemû qonaxan de alîkarê me bin û çavdêrî û lêkolîna gendeliyê bikin.
Ji ber ku divê em hemû alîkariya hev bikin li dijî gendeliyê û ew pereyên ku talan kirine vegerînin.
Ji ber ku baweriya me pê heye di navbera gendelî û terorê de pêwendî heye, ji ber ku her du jî piştgiriya hev dikin.”
“Pêwendiyên me yên herî baş bi Herêma Kurdistanê re hene”
Sûdanî li ser pêwendiyên Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku hikûmeta wî bi rêya bernameya giştî û cuda xwedî pêwendiyên herî baş ên bi Herêma Kurdistanê re ye.
Mihemed Şiya Sûdanî herwiha anî ziman:
“Her wiha em ji bo guherîna derfetan a ji bo projeyên ku geşepêdana dahat û aboriya Îraqê bihêztir bike bi nûnerên Herêma Kurdistanê û hikûmetên xwecihî yên li hemû parêzgehên Îraqê re di diyalogê de ne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse