Kurdistana Biçûk ji bo Rojavayê Kurdistanê lobiyê dike

2 demjimêr berê
Hêmin Ebdullah
Hêmin Ebdulah û Tabîr Sindî\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Hêmin Ebdulah û Tabîr Sindî\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Nashwille Kurdistana Biçûk Tabîr Sindî Amerîka Washingtan
A+ A-

Dusseldorf - Birêvebirê Encumena Civaka Kurdan a Nashvilleyê (TKCC) Tabîr Sindî ragihand ku Kurdên li Amerîkayê, bi taybetî yên li bajarê Nashvilleyê ku wekî "Kurdistana Biçûk" tê naskirin, ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê di nava liv û tevgereke mezin de ne.

Tabîr Sindî beşdarî bernameya "Diyaspora" ya Rûdawê bû û behsa xebatên Kurdên li Amerîkayê kir.

Sindî diyar kir ku xebatên wan ne tenê di asta siyasî de ne lê belê milet bi her awayî ji bo Rojavayê Kurdistanê dixebite û ev yek bûye lobiyeke xurt.

Sindî eşkere kir ku wan heta niha 2-3 xwenîşandanên mezin li dar xistine û gelek civîn bi kesên pispor û rayedarên herêmî re kirine.

Siyasetmedarê Kurd Sindî got, "Armanca me ew e ku em miletê Amerîkayê û hikûmeta wan ji vê zilmê agahdar bikin.

Em dixwazin zextê li ser Washington û Koşka Spî zêde bikin da ku biryarên cuda ji bo parastina Kurdan werin girtin."

Rola Lindsey Graham û têkiliya bi Trump re

Tabîr Sindî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rola Senator Lindsey Graham û destnîşan kir ku Graham di van demên dawî de helwesteke baş nîşan daye û got, "Lindsey Graham wekî 'destê rastê' yê Donald Trump tê naskirin.

Piştgiriya wî ya ji bo peyama 'Kurdan biparêzin' (Save the Kurds) gelekî girîng e. Em wekî Kurd hewl didin bi rêya wî zextê li ser îdareya Trump bikin da ku Rojavayê Kurdistanê were parastin."

"Kurd li her derê bûne yek"

Tabîr Sindî diyar kir ku rewşa siyasî ya cîhanê guheriye û ev yek bandorê li ser Kurdan jî dike.

Sindî anî zimên ku niha Kurdên li diyasporayê ji her demê zêdetir yekgirtî ne û wiha pê de çû:

"Tiştekî gelekî xweş diqewime; Kurdên li her derê cîhanê, bêyî ferqa partî û aliyan, bûne yek û li ser navê Kurdistanê radibin ser pêyan.

Alaya Kurdistanê niha li her derê, heta li nav axa Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê jî bi rûmet tê bilindkirin."

Tabîr Sindî di dawiyê de tekez kir ku xebatên wan ên lobîkirinê û piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê bê navber didomin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst