Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê û hevtayê xwe yê Holendayî Mark Rutte li ser hevkariya di warê çandinî, av û birêvebirina çavkaniyên avê de axivîn.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokwezîrê Holendayê Mark Rutte di civîna 78emîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de hatin cem hev.
Aliyan di hevdîtinê de behsa hevkariyên di navbera her du welatan û rêyên bihêztirkirina hevkariyên aboriyê yên ji bo berjewendiya gelên Îraq û Holendayê hate kirin.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî anî ziman:
“Holenda di şerê dijî DAIŞê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de piştevaniya Îraqê dike.”
Sûdanî tekez kir ku “qada veberhênana Îraqê pêşwaziya kompanyayên Holendî dike.”
Serokwezîrê Holendayê Mark Rutte jî tekezî li ser daxwaza Holendayê ya ji bo bihêzkirina hevkariyên di navbera her du welatan de kir û Sûdanî vexwend Amsterdamê.
Mark Rutte xwesteka xwe ya ji bo “pêşxistina derfetên hêsankariyê û beşdariyê di sektora karsazî, jinûveavakirin û geşepêdanê de” anî ziman.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse