Rêya mirinê ya ber bi Ewropayê ve: Li Tûnisê 40 koçber mirin

22-10-2025
RÛDAW
Nîşan Tûnis Koçberî Mirin Ewropa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li beravên Tûnisê di karesateke belema koçberan de herî kêm 40 koçber ku piraniya wan ji welatên Afrîkayê bûn, xeniqîn.

Di karesatê de 30 kes hatin rizgarkirin û xebatên lêgerîna li kesên winda didomin.

Berdevkê Ofîsa Serdozgeriya Komarî ya Tûnisê Welîd Şitabrî ragihand ku li gorî lêkolînên destpêkê, di belemê de zêdetirî 70 kesî hebûne û got:

"Termên 40 kesan ku piraniya wan zarok in hatine derxistin û 30 kes hatine rizgarkirin.

Hîn jî hinek kes winda ne û xebatên lêgerînê didomin."

Hat destnîşankirin ku koçberên ku mirine û yên ku hatine rizgarkirin, welatiyên welatên Afrîkayê ne.

Tûnisa ku li Bakurê Afrîkayê ye, tenê 145 kîlometreyan dûrî girava Lampedusê ya Îtalyayê ye.

Ji ber cihê xwe yê stratejîk, Tûnis ji bo koçberên ji Afrîka û Asyayê yên ku dixwazin xwe bigihînin Ewropayê, bûye xaleke girîng a derbasbûnê.

Li gorî amarên Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, îsal 55 hezar koçber gihîştine Îtalyayê.

Nêzîkî 4 hezar ji van koçberan bi rêya Tûnisê çûne lê piraniya wan ji Lîbyayê bi rê ketine.

Li gorî amarên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) jî ji sala 2014an ve hejmara koçberên ku di hewldana derbasbûna Ewropayê de mirine gihiştiye 32 hezar û 803 kesan.

Karesata dawî careke din nîşan da ku rêyên xeternak ên koçê yên li Deryaya Spî hîn jî canan distînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst