Ocalan: Ji bo aştiya mayînde, avakirina hiqûqê pêwîst e

22-11-2025
RÛDAW
Nîşan Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan Pêvajoya Çareseriyê Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ji konferanseke navneteweyî ya li Almanyayê re peyamek şand û diyar kir ku ji bo aştiya mayînde jinûveavakirina hiqûqê pêwîstiyeke bingehîn e.

Komeleya Lêkolînên Aştiyê (QAD) li bajarê Bonnê yê Almanyayê bi navê “Konferansa Şêwedana Jiyana Hevbeş: Li Tirkiyeyê Pêvajoya Çareseriyê û Perspektîfên Paşerojê” li dar dixe.

Akademîsyen, siyasetmedar û nûnerên saziyên sivîl ên Kurdan û elek nûnerên DEM Partiyê li Almanyayê tevlî konferasnê bûn.

Abdullah Ocalan ji konferansê re peyamek şand û teqezî li ser jinûveavakirina hiqûqê kir.

Peyama Ocalan wisa ye:

"Beşdarên hêja, dostên qedirbilind

Ez vê civîna watedar a ku hemû kesên bawer dikin ku aştî pêvajoyeke avakirina civakî ye ku hewldan û biryardariyeke berdewam dixwaze anîne cem hev, ji dil silav dikim.

Hewldanên QADê yên di vî warî de, bi taybetî di çarçoveya Pirsgirêka Kurdan de, ji bo pêkanîn û parastina aştiyê xwedî girîngiyeke mezin in.

Aştî, ne tenê ji bo Kurdan lê ji bo hemû gelên herêmê hêvîdar û biqîmet e.

Ev hewldan, têgihiştina dualî ya di navbera gelan de xurt dikin û ji bo jiyaneke hevpar a birûmet û zemîna civakî ya aştiyê dibin tevkariyeke girîng.

Divê xebatên bi vî rengî karibin zeminên saxlem biafirînin ku nasnameyên cuda, êşên cuda û xeyalên paşerojê yên cuda, di bin sîwana asoyeke hevpar a aştiyê de bên cem hev.

Aştî, di heman demê de rewşeke lihevkirina civakî ye ku tê de sazkirina edalet, wekhevî, azadî û rêzgirtina dualî ye.

Benda dîrokî ya ku em îro tê de ne, dê bandorê li çareniva Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û civaka Kurd bike.

Ev serdema ku em tê de derbas dibin, derfetekê pêşkêş dike ku em ji pêvajoya şoreşa negatîf derbasî qonaxeke veguherîna pozîtîf bibin û derfetek e ku em bikarin şer, dûrxistin û nehiqûqiyê derbas bikin.

Ev derbasbûn ne tenê tercîheke siyasî ye, di heman demê de meyleke ku rastiyên dîrokî û gerdûnî ferz dike.

Aştiya mayînde û çareseriya rastîn

Ji bo aştiya mayînde û çareseriya rastîn, jinûveavakirina hiqûqê û sazîbûna siyaseta demokratîk, pêwîstiyeke bingehîn e.

Ji ber vê yekê, bidawîkirina pêkanînên keyfî û bi lez bicihanîna prensîbên hiqûqa gerdûnî û biryarên saziyên navneteweyî xwedî girîngiyeke mezin e.

Hêvîdar im ku ev konferans bibe pêngavek ku derfetên aştiyê zêde bike, rêyên çareseriyê kûrtir bike û ji bo paşeroja hevpar a gelan deriyên nû veke.

Ez hemû kesên ku ji bo aştiyê kedê didin bi rêzdarî silav dikim û di xebatên we de serkeftinê dixwazim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst