Lehengiya li Awistralyayê: Penaberê Sûriyeyî bi 2,5 milyon dolarî hat xelatkirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Awistralya Êriş Ehmed Ehmedî Leheng
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zêdetirî 2,5 milyon dolar dan Ehmed Ehmediyê penaberê Sûriyeyî yê ku êrişkarê li bajarê Sydneyê yê Awistralyayê rawestandibû.

Vîdeoya rawestandina êrişkar a ji aliyê Ehmed Ehmedî ve li ser torên civakî belav bûbû û bûbû trend.

Alîkarî ji aliyê zêdetirî 43 hezar bexşeran ve li seranserî cîhanê hat komkirin.

Ev yek ji ber wê wêrekiya bêhempa bû ku bû sedema rizgarkirina jiyana zêdetirî 30 kesî.

Çalakvanê naskirî yê Kanadayî yê li ser torên civakî û koordînatorê rûpela "GoFundMe" Zachary Dereniowski li nexweşxaneyê çû serdana Ehmedî û alîkarî pêşkêşî wî kir.

Ehmedî li nexweşxaneyê li televîzyonê temaşe dikir, dema alîkarî pêşkêşî wî kirin pirsî, "Ez heq dikim?"

Dema jê hat pirsîn ka çi peyama wî heye ji bo wan kesên ku li seranserî cîhanê wekî qehremanekî pesnê wî didin, Ehmedî got, "Girîng e em alîkariya hev bikin."

Ehmed Ehmedî wiha axivî:

"Dema min xelk rizgar kir, min ji dil ev kar kir, ji ber ku rojeke xweş bû, hemûyan kêf ji ahengê werdigirt.

Li gel zarokên xwe, jinên xwe, mêrên xwe û ciwanên xwe, hemû dilxweş bûn û heq dikirin.

Mafê hemûyan ê jiyanê heye û ev welat, welatê herî baş ê cîhanê ye, Xwedê Awistralyayê biparêze."

Dîmenên vîdeoyî yên Ehmedî ku êrişî êrişkar Sacid Ekrem dike û çeka wî jê distîne, li ser torên civakî bûbû trend.

Piştî bûyerê, Serokwezîrê Awistralyayê Anthony Albanese çû serdana wî û bi Ehmedî re axivî.

Ehmedî di dema rûbirûbûna bi çekdar re, bi giranî birîndar bûbû û ji wê rojê ve çendîn emeliyat jê re hatine kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst