Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Daîreya Parastina Gumrik û Sînor a Amerîkayê, 31 hezar û 485 welatiyên Tirkiyê ji Meksîkayê bi qaçaxî derbasî Amerîkayê bûne.
Hejmara koçberên ku ji sînorê Meksîkayê derbasî Amerîkayê dibin rekor tomar kir. Piraniya wan ji welatiyên Amerîkaya Latîn her sal bi sed hezaran kes di ser Meksîkayê re bi qaçaxî derbasî Amerîkayê dibin.
Ji ber di navbera Tirkiye û Meksîkayê de vîze nîne, welatiyên Tirkiyê jî bi asanî xwe digihînin Meksîkayê û ji wê derê derbasî Amerîka û Kanadayê dibin.
Li gor Dengê Amerîkayê (VOA), sala 2020ê 944 welatiyên Tirkiyê, sala 2021ê 4 hezar û 989 welatiyên Tirkiyê û sala 2022ê 24 hezar û 362 welatiyên Tirkiyê di ser sînorê Meksîkayê re bi qaçaxî derbasî Amerîkayê bûne û daxwaza mafê penabertiyê kirine. Herwiha di nav vê hejmarê de 276 zarok jî hene, ku 253 ligel malbatên xwe çûne û 23 zarok jî bi serê xwe çûne Amerîkayê.
Kesên bi armanca penabertiyê di ser Meksîkayê re derbasî Amerîkayê dibin, li gor yasayan pêştir têne desteserkirin û piştre li eyaletên Arizona û Teksasê tên bicîhkirin.
Piraniya wan li Amerîkayê daxwaza penabertiyê dikin û hejmareke kêm jî ji Amerîkayê derbasî Kanadayê dibin.
Eger welatiyekî Amerîkî bibe kefîl, kesên tên desteserkirin di navbera hefteyek û 45 rojan de tên berdan. Welatiyên Tirkiyê, piranî ji ber sedemên siyasî, olî û cudakariyan daxwaza mafê penabertiyê dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse