Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şêwirmendê payebilind ê Serokê Amerîkayê Massad Boulos re civiya.
Mesrûr Barzaî diyar kir ku wî bi Massad Boulos şîv xwariye û di wê şîvê de Massad Boulos tekezî li xurtkirina pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê kiriye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ser hesabê xwe yê Facebookê wêneyê xwe û Massad Boulos belav kir û got:
"Êvara pêncşemê li Washingtonê bi amadebûna Şêwirmendê Serokê Amerîkayê Donald Trump Birêz Massad Boulos şîvek ji bo bixêrhatina me hat dayîn."
Mesrûr Barzanî got, "Di şîvê de hejmareke kesayetiyên naskirî yên Amerîkayê amade bûn, şêwirmendê bilind ê Serok Trump di axaftina xwe de bixêrhatin li me kir û serdana me ya ji bo Amerîkayê wekî serdaneke gelek serkeftî bi nav kir."
Li gorî posta Mesrûr Barzanî, Massad Boulos tekezî li xurtkirina pêwendiya stratejîk a Amerîka û Herêma Kurdistanê kiriye.
"Em dixwazin pêwendiyan di hemû waran de bi pêş bixin"
Her wiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî di şîvê de axaftineke kurt pêşkêş kir û got:
"Me spasiya mêvandariya xwe kir û me îşaret bi wê da ku Herêma Kurdistanê rêzeke mezin ji bo alîkarî, piştgirî û dostaniya Amerîkayê heye û em dixwazin pêwendiyên dualî di hemû waran de bi pêş bixin."
Mesrûr Barzanî tevî payebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê 17ê Gulanê çû Washingtona paytexta Amerîkayê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê doh li Washingtona paytexta Amerîkayê di Foruma “Paşeroja Enerjî û Hêzê ya Herêma Kurdistana Îraqê” ya Al-Monitor Global Instituteyê de axivî.
Mesrûr Barzanî di çarçoveya ziyareta xwe ya Washingtonê bi gelek berpirsên Amerîkayê re civiya.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse