Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku rayêdarên Îranê bi wan re diaxivin û ew hewl didin tiştekî bikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîneke taybet a bi Fox Newsê re, behsa zêdebûna aloziyên bi Îranê re, xwenîşandanên navxweyî yên wî welatî û liv û tevgerên leşkerî yên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn kir.
Trump tekez kir ku têliheviyek ji dîplomasî û zexta leşkerî li dar e.
"Em nikarin plana xwe ji wan re bibêjin"
Trump diyar kir ku ew nikarin plana xwe ji hevpeymanên xwe yên Kendavê re bêjin û got
“Eger min plana xwe ji wan re bigota, wekî wê yekê ye ku min ji we re gotibe, dibe ku xerabtir be jî."
Trump derbarê rewşa niha û pêngavên artêşa Amerîkayê jî got:
"Plan ev e, ew [Îran] bi me re diaxivin, em hewl didin tiştekî bikin, eger na em dê bibînin ka çi diqewime.
Keştieyeke me ya mezin heye ku ber bi wir ve diçe, ji wê ya ku li Venezuelayê bû hîn jî mezintir e.”
Dan û standin û bernameya atomî
Divê were gotin ku welatên Kendavê dibêjin Îran gelek caran xwesteka axaftinê nîşan dide bêyî ku pêbendiyeke wê ya rasteqîn hebe.
Trump jî li vê rastiyê mikur hat û got, "Ew rast e, lê ew dan û standinan dikin, lewra em dê bibînin ka çi dibe.
Hûn dizanin, cara dawî ku dan û standin kirin, em neçar man ku bernameya wan a atomî îmha bikin.
Dan û standinê bi ser neketin. Paşê me bi rêyeke din têk birin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse