Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî piştî êrişên asmanî yên Amerîkayê yên li santralên nukleerî yên Îranê bi lezgînî civiya.
Di civînê de nûnerên Îran, Îsraîl û Amerîkayê hev sûcdar kirin. Di hevdîtinan de nakokiyên tund ên di navbera aliyan de bi awayekî zelal derketin holê.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, di civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de ku piştî êrişên asmanî yên Amerîkayê yên li dijî Îranê civiyabû axivî û got:
"Bombebarankirina santralên nukleerî yên Îranê ji aliyê Amerîkayê ve, li herêmeke ku jixwe hejiyaye, werçerxeke xeternak nîşan dide."
Guterres her wiha hişyarî da ku gelê herêmê "nikare tehemûla çerxeke din a wêraniyê bike."
Guterres wiha pê de çû: "Divê em demildest û bi biryardarî tevbigerin, pevçûnan rawestînin û ji bo bernameya nukleerî ya Îranê vegerin ser dan û standinên cidî û berdewam."
Sekreterê Giştî yê NYyê diyar kir ku ji destpêka krîza di navbera Îran û Îsraîl de, wî hewldanên ku dibin sedema zêdebûna aloziyê li Rojhilata Navîn "gelek caran şermezar kirine" û gazin kir ku hîn jî tolhildan di navbera aliyan de berdewam dikin.
Guterres, ji bo bidawîkirina vê rewşa xeternak a li herêmê, bal kişand ser dîplomasiyê û behsa pêwîstiya parastina sivîlan û garantîkirina seyrûsefera deryayî ya bi ewle kir.
Guterres gotinên xwe wiha anî ziman, "Peymana Pêşîlêgirtina Belavbûna Çekên Nukleerî, hîmê bingehîn ê aştî û ewlehiya navneteweyî ye."
Sekreterê NYyê Guterres destnîşan kir ku divê Îran ji vê re "bi tevahî rêz bigire."
"Dê bi bersiveke rûxîner re rû bi rû bimîne"
Nûnera Daîmî ya Amerîkayê Dorothy Sheayê diyar kir ku çalakiyên dewlemendkirina uranyumê yên Îranê "rasterast gefek li ser aştiya navneteweyî" ye.
Dorothy Sheayê tekez kir ku êriş di çarçoveya parastina rewa û hevgirtina bi Îsraîlê re hatine kirin.
Sheayê got, "Her êrişeke Îranê ya li welatiyên me an jî baregehên me, dê bi bersiveke rûxîner re rû bi rû bimîne."
Sheayê di axaftina xwe de her wiha got, "Armanckirina santralên Îranê, ji bo lawazkirina kapasîteya nukleerî ya welat bû."
Îran: Netanyahu Amerîkayê dikişîne nav şer
Nûnerê Daîmî yê Îranê yê NYyê Emîr Seîd Îrevani, bi gotina "Netanyahu, careke din karî Amerîkayê bikişîne nav şerekî bi lêçûneke giran" rexne li Washingtonê girt.
Nûnenerê Îranê ragihand ku piştî êrişên li ser santralên nukleerî, ew dê li gorî Peymana NYyê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bîne.
Ji IAEAyê hişyariyeke zelal: Çavdêrî nayê kirin, stok di asta krîtîk de ye
Birêvebirê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) Rafael Grossi ragihand ku li santrala Fordoyê zirareke mezin çêbûye, li Îsfehanê avahiyên veguherandina uranyumê hatine armanckirin û li Netenzê jî deriyên tunelên ku madeyên dewlemendkirî lê dihatin depokirin hatine lêdan.
Grossi tekez kir ku li Îranê hîn jî nêzîkî 400 kîlogram stoka uranyuma ku bi rêjeya ji sedî 60 hatiye dewlemendkirin heye û ev stok bêçavdêrî ye.
Grossi got, "Piştî êrişên li sê santralên nukleerî yên Îranê, asta radyasyonê zêde nebûye. Niha tu kes di wê rewşê de nîne ku zirara binerdî ya li santralê binirxîne."
Rûsya: Amerîkayê qutiya pandorayê vekir
Balyozê Rûsyayê yê li NYyê Vasily Nebenzya, êrişên Amerîkayê wekî "provokatîf, bêberpirsiyarî û dijî hiqûqa navneteweyî" bi nav kir û êriş şermezar kirin.
Nebenzya ragihand ku wan bi Çîn û Pakistanê re pêşnûmebiryarek ku banga "agirbesta demildest û vegera li dîplomasiyê" dike, pêşkêşî Konseya Ewlehiyê kirine.
Nebenzya got, "Êrişên berdewam ên Îsraîlê yên li dijî Îranê, binpêkirineke eşkere ya hiqûqa navneteweyî ye."
Çîn: Em li ber karesateke nukleerî ne
Nûnerê Çînê Fu Cong diyar kir ku divê sivîl bên parastin û alî "demildest agirbestê ragihînin."
Çînê bang kir ku rêz li li serweriya Îranê bê girtin û diyar kir ku ji bo çareseriyeke aştiyane ya pirsgirêka nukleerî ya Îranê hîn jî hêvî heye.
Helwesta hevpar a Ewropayê: Divê vegere ser dan û standinan
Brîtanya, Fransa û Almanyayê diyar kir ku ew rasterast beşdarî êrişan nebûne û tekezî li ser wê yekê kir ku ji bo çareseriyeke mayînde ya bernameya nukleerî ya Îranê, divê dan û standin ji nû ve dest pê bikin.
Her sê welatan tekezî li ser pêwîstiya misogerkirina destûra tam a ji bo çavdêriyên IAEAyê kir.
Îsraîl: Amerîkayê ewlehiya cîhanê rizgar kir
Nûnerê Îsraîlê, êrişên Amerîkayê wekî gaveke "rewa û derengmayî" bi nav kir.
Îsraîlê, Îran bi "veşartina planên xwe yên hilweşandina nukleerî bi şanoya dîplomatîk" sûcdar kir û got "Divê cîhan pêşî li Îraneke nukleerî bigire."
Welatên Rojhilata Navîn: Alozî herêmê ber bi karesatê ve dibe
Îraq, Kuweyt û welatên Konseya Hevkariyê ya Kendavê diyar kir ku armanckirina santralên nukleerî gefê li îstiqrara herêmê dixwe.
Îraqê ragihand ku qada wê ya asmanî hatiye binpêkirin, Kuweyt û welatên din ên Ereb jî xwest ku êriş demildest bên sekinandin û vegere ser dîplomasiyê.
Pakistan û Cezayîr: Hiqûqa navneteweyî hat binpêkirin
Pakistanê êrişên Amerîkayê wekî "mînakeke xeternak" bi nav kir û piştgirî da Îranê.
Cezayîrê tekez kir ku êrişên li dijî santralên nukleerî "di asta hejandina ewlehiya navneteweyî de" ne û banga "agirbesta bêmerc" li hemû aliyan kir.
Pêşnûmebiryara agirbestê ji Çîn, Pakistan û Rûsyayê
Çîn, Rûsya û Pakistanê derbarê êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê de pêşnûmebiryarek şandin ji endamên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re.
Her sê welatan ku du ji wan endamên daîmî yên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ne, diyar kir ku êrişa Îsraîlê ya li Îranê li dijî hiqûqa navneteweyî ye û banga agirbestê kir.
Di metnê de ku Peymana NYyê careke din tê de hatibû piştrastkirin, hat bibîrxistin ku divê hemû aktorên ku aliyên şerê çekdarî ne, bi tevahî pabendî berpirsiyariyên xwe yên di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de bin, di nav de hiqûqa mirovî ya navneteweyî û hiqûqa mafên mirovan.
Pêşnûme ji aliyê endamên daîmî yên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, Rûsya û Çînê û endama demkî Pakistanê ve hat îmzekirin.
Di belgeya navborî de hat xwestin ku êrişên li dijî santralên nukleerî yên aştiyane yên li Îranê ku di bin garantiya Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) de ne, bi awayekî herî tund bên şermezarkirin.
Di metnê de banga "agirbesta demildest û bêmerc" hat kirin û hişyarî ji aliyan re hat dayîn ku xwe ji zêdetir aloziyê dûr bixin.
Hîn zelal nebûye ku pêşnûmebiryar wê kengê bikeve rojeva Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse