Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Nashvilleê ku wek “Kurdistana Biçûk” jî tê zanîn lêhî rabû di encamê de herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest da û 50 kes jî wenda bûne.
Li bajarê Nashvilleê ya Wîlayeta Tennesseeya Amerîkayê ku gelek Kurd lê dijîn û jê re wek “Kurdistana Biçûk” jî tê gotin lehî rabû, li gorî berpirsan herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest da û 50 kes jî wenda bûne. Herwiha ji ber lehiye bi sedan mal ziyaneke mezin dîtine.
Rayedarên wîlayeta Tennesseeyê ragihandin ku rêyên bajarokê Waverlyê ji ber lehiyê hatine girtin û li heremên Hickman, Houston, Humphreysê elektrîk hatiye birîn û mal bi mal digerîn da ku ziyana lehiyê binazibin.
Waliyê wîlayetê Bill Lee serdana bajarokê Waverlyê cihê ku herî zêde kes jiyana xwe ji dest dane kir û got “Windahiyên madî û manewî pir bi êş in. Dilê me bi hemû mirovên Tenneessee yên ku birîndar bûne re ye”
Herwiha li gorî raghandna polîsê Tennesseeyê , hejmarek zarok jî dnav wan kesanan dane ku ji ber lehyê canê xwe jdest dane.
Li bajarokê Humphreys, roja Şemiyê di nava 24 demjimêran de 43 cm baran bariya. Ev barana herî zêde ye ku di rojekê de li Tennessee bariyaye.
Li çend beşên wîlayeta New Yorkê jî, ji ber barana zêde lehî rabû. Berpirsên bajarê nNew Yorkê dibêjin, tîmên hawarçûnê, nêzîkî 100 kesan ji lehyê rizgar kirin ku 86 kes ji wan di nav otombêlan da asê mabûn.
Waliyê New Yorkê Andrew Cuomo got ew ji ber îhtîmala lehiyê li herêmên geliyê çemê Hudson û Çiyayên Catskill bi fikar e.
Herwiha Serokê Amerîkayê Joe Biden ji ber firtûneye ku çaverêkirin li Gravên Rhode, Connecticut Wîlayeta Ne Yorkê rabe alikariyê pesend kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse