Sergey Lavrov ji Rûdawê re axivî: Divê Îraq û Herêma Kurdistanê li hev bikin

23-09-2023
Diyar Kurde
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Sergey Lavrov Îraq Herêma Kurdistanê Pêwendî Piştgirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov da zanîn ku Divê Îraq û Herêma Kurdistanê li hev bikin.

Sergey Lavrov amaje pê kir ku Rûsya piştgiriyê dide diyaloga di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, ji bo ku beşdarî 78emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe, li New Yorkê ye.

Lavrov, pirsên Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde yên li ser “pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, pêwendiyên Rûsya û Ûkraynayê, kompanyayên Rûsyayê yên li Îraqê” bersivandin.

Sergey Lavrov, li ser pêwendiyên wan ên bi Ukraynayê re got:

“Em lî gorî rewşa rasteqîn tevdigerin û karê me bi rewşên xeyalî re nîne. Niha li Kîevê rejîmeke Naziyan heye ku danûstandinên bi me re qedexe kirine.

Me sala 2022yan guftûgo kirin lê bi ya min li Washington an Londonê hinek kes hene ku naxwazin şer xelas bibe.

“Ukraynayê em xapandin”

Me li ser hinek tiştan li hev kir lê wan ji Zelenskiy re got ku şer bidomîne da tiştên zêdetir bi dest bixe.

Putîn bi zelalî got ku ‘Em ji bo danûstandinên bi Ukraynayê re amade ne lê em ji bo agirbestê guh nadin pêşniyaran. Me berê ev tişt kir lê Ukraynayê em xapandin.”

Kompanyayên Rûsyayê yên li Îraqê

Lavrov herwiha destnîşan kir ku dê kompanyayên Rûsyayê yên li Îraqê karên xwe bidomînin û ragihand:

“Kompanyayên Rûsyayê dê karên xwe bidomînin.

Herwiha ji bo ku pêwendiyên Îraq û Rûsyayê serbixwe bin û ew welatên wekî Washingtonê û paytextên din ên cîhanê ku welatiyên wan bawer dikin ew gelekî bihêz in nikaribin serdestiyê li wan bikin xebatên me berdewam dikin.”

“Divê li hev bikin”

Sergey Lavrov da zanîn ku Rûsya piştgiriyê dide diyaloga di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de û “Divê Îraq û Herêma Kurdistanê li hev bikin.”

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê wiha axivî:

“Em piştgiriyê didin pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê. Dema ku ez cara dawî çûm Îraqê, ez çûm Herêma Kurdistanê jî.

Xuya bû ku pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê ber bi çareseriyê ve diçûn. Ji bo ku her du alî pirsgirêkên din jî çareser bikin divê ew li hev bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst