Li Amerîkayê kalemêrekî Kurd ê rizgarbûyê Enfalê bi cilên Kurdî deng da

23-10-2020
Zinar Şîno
Temenê Mam Îsmaîl 80 sal in
Temenê Mam Îsmaîl 80 sal in
Nîşan Kurd Enfal Hilbijartinên Amerîkayê Trump Biden
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Amerîkayê dengdana pêşwext a ji bo hilbijartina serokatiyê berdewam e û Kurdekî rizgarbûyê Enfalê bi cilên Kurdî deng da.

Li bajarê Plêno yê wilayeta Teksasa Amerîka, Kurdekî rizgarbûyê Enfalê ku temenê wî niha 80 sal in, li gel kur û hevjîna xwe dijîn û ji Rûdawê re behsa çîroka dengdana xwe kir.

Mam Îsmaîlê bi şaşika xwe ya bi şêwazê devera Badinî berî ku deng bide got, ew dê deng bi wî berbijêrî bide ku “hemû Kurd deng didinê” û dibêje, dibe ku berbijêrê nû “gelek baştir be.”

Li Amerîka dengdana pêşwext li wilayeta Teksas ji 13 Cotmehê ve destpê kiriye û nêzîkî %21,6 ya dengderên ku hatine tomarkirin, di dengdana pêşwext de beşdar bûne.

Mam Îsmaîl û Xeyriyê kurê wî deng dan û kurê wî dibêje, berî roja dengdanê wî dengê xwe daye, ji ber ku roja dengdanê qerebalixî çê dibe û dengê xwe jî bi w kesî daye ku zêdetir piştgiriya Kurdan dike.

Hevjîna Mam Îsmaîl xwe bo dengdanê tomar kiriye, lê nekarî biçe navenda dengdanê û ew hêvî dike ku serokekî dostê Kurd li Washingtonê hebe.

Biryar e roja 3ê Mijdara 2020, hilbijartina serokatiya Amerîkayê birêve biçe û îro demjimêr 04.00 di dawîn dîbeyta hilbijartina serokatiyê de Donald Trump û Joe Biden li Zanîngeha Belmont a li bajarê Nashville ku wek ‘Kurdistana Biçûk’ tê zanîn li wîleyeta Tennessee, rûbirûyê hev bûn.

Ev di demekê de ye ku di dawîn rapirsiya derbarê boçûna xelkê Amerîka li ser wan herdu berbijêran derdikeve, Joe Biden bi 6 xal li pêş Trump e û ji %50 xelkê deng bi Biden didin û ji %44 beşdaran jî deng bi Trump didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst