Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku serokê kartelê "El Mencho/Mîrê Dîkan" hat kuştin li gelek eyaletên Meksîkayê bûyerên tundiyê derketin.
Rayedaran eşkere kir ku herî kêm 74 kes hatine kuştin ku ji wan 25 kes endamên Parêzvanên Neteweyî ne.
Hikûmetê jî da zanîn ku wan rewş kontrol kiriye.
Li Meksîkayê hêzên ewlehiyê operasyonek kir. Di operasyonê de serokê kartela Nemesio Oseguera Cervantesê ku bi nasnavê "El Mencho" tê naskirin hat kuştin.
Piştî mirina wî li gelek deverên welêt alozî û bûyerên tundiyê rû da.
Wezîrê Ewlehiyê yê Meksîkayê Omar Garcia Harfuch daxuyaniyek da. Harfuch diyar kir ku di bûyeran de herî kêm 74 kes hatine kuştin.
Beriya niha Wezareta Parastinê ya Meksîkayê jî daxuyaniyek dabû.
Wezaretê destnîşan kiribû ku li bajarokê Tapalpayê yê eyaleta Jaliscoyê operasyoneke leşkerî hatiye kirin û 8 endamên çeteyan hatibûn kuştin.
Serokdewlet: Meksîka aram e
Serokdewleta Meksîkayê Claudia Sheinbaumê roja duşemê daxuyaniyek da û da zanîn ku rewşa welêt dîsa ketiye bin kontrolê û got:
"Meksîka aram e. Em îro bêyî girtina rêyan şiyar bûn û hemû kar û xebatan ji nû ve dest pê kir."
Operasyona li dijî “El Mencho”
Hêzên ewlehiyê roja yekşemê li eyaleta Jaliscoyê operasyonek kir. Operasyon li dijî Nemesio Oseguera Cervantes bû.
Cervantes di operasyonê de birîndar bûbû. Rayedaran da zanîn ku ji bo tedawiyê ew ber bi paytext Mexico Cityyê ve birine lê di rê de miriye.
Piştî mirina "El Mencho" endamên Kartela Nifşê Nû ya Jaliscoyê (CJNG) li gelek eyaletan di heman demê de dest bi êrişan kir.
Di êrişan de gelek otomobîl hatin şewitandin û gelek rêyên bejahî hatin girtin.
Her wiha êrişî banke, stasyonên benzînê û gelek dikanan hat kirin.
“El Mencho” kî ye?
Nemesio Oseguera Cervantes berê polîs bû. Wî serokatiya Kartela Nifşê Nû ya Jaliscoyê dikir ku sala 2011an hatibû avakirin.
Di cîhana binerd a Meksîkayê de eleqeyeke wî ya zêde ji bo şerê dîkan hebû. Ji ber vê yekê bi nasnava "El Mencho" (Mîrê Dîkan) dihat naskirin.
Tê diyarkirin ku wê rêxistina sûcan sînorên Meksîkayê derbas kirine. Wan heta Çîn û Awistralyayê pêwendiyên xwe çêkirine.
Di nav karên kartelê de qaçaxçitiya fentanîlê, standina xeracê û qaçaxçitiya koçberan heye.
Her wiha dizîna petrol û madenan û qaçaxçitiya çekan jî dikin.
Beriya Kupaya Cîhanê nîqaşên ewlehiyê
Tê nirxandin ku ev bûyerên tundiyê fikarên ewlehiyê zêde dikin çimkî Hezîrana 2026an Kupaya Cîhanê ya FIFAyê dest pê dike.
Di çarçoveya turnuvayê de dê 13 maç li bajarên Mexico City, Guadalajara û Monterreyê werin lîstin.
Hat ragihandin ku merasîma vekirinê jî dê li Meksîkayê be. Maçên din ên Kûpaya Cîhanê dê li Amerîka û Kanadayê werin lîstin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse