Nameyeke taybet ji Trump re: Êrişa li dijî Îranê rawestîne

2 demjimêr berê
Nîşan Steve Witkoff Jared Kushner Donald Trump Name
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê bi navê Steve Witkoff û zavayê wî Jared Kushner nameyek ji Trump re şand.

Wan xwest ku êrişa leşkerî ya li dijî Îranê di vê qonaxê de were rawestandin û pêşî li dîplomasiyê were vekirin.

Li gorî nûçeyên medyaya Amerîkayê, ev her du kes dilgiraniyên baskê leşkerî yên derbarê "şerekî herêmî" de parve dikin.

Li gorî nûçeya malpera Axiosê ya Amerîkayî, Steve Witkoff û Jared Kushner ên ku dan û standinên navbera Tehran û Washingtonê bi rê ve dibin, nameyeke hevpar nivîsî.

Wan di nameyê de xwest ku vebijêrkên leşkerî werin bipaşxistin.

Di nameyê de hat destnîşankirin ku divê rîskên "şerê giştgir" ên ku fermandarên leşkerî qal dikin bi awayekî cidî werin wergirtin.

Li gorî raporên Wall Street Journal û Washington Postê, Serokerkanê Amerîkayê General Dan Cain hewl dide Trump îqna bike da ku operasyonekê li dijî Îranê neke.

Hişyariyên sererkanê Amerîkayê

Di hişyariyên Cain de kêmbûna cebilxaneyê, kêmasiya piştgiriya hevpeymanan û metirsiya li ser canê leşkerên Amerîkayê derdikevin pêş.

Her wiha tê gotin ku şerekî îhtimalî dikare sîstemên parastina asmanî yên Amerîkayê qels bike û hêzên wan biqedîne.

Trump: Nûçe ji sedî 100 derew in

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî van raporan red dike.

Trump li ser platforma medyaya civakî ya Truth Socialê daxuyaniyek da û got:

 “Medyaya nûçeyên derewîn gelek çîrokan çêdike ku qaşo General Daniel Cain li dijî wê yekê ye ku em bi Îranê re bikevin şer.

Çavkaniya van nûçeyan ne diyar e û ji sedî 100 bêbingeh in.

General Cain Îranê gelekî baş nas dike. Ew jî wekî me hemûyan şer naxwaze lê eger biryareke leşkerî were dayîn, bawer dike ku dê ev yek bi asanî bi serkeftinê bi dawî bibe.

Yê ku biryarê dide ez im. Ez peymanê tercîh dikim lê eger em li hev nekin ev dê ji bo wî welatî û gelê wê bibe rojeke gelekî xerab."

Li Cenevreyê dîplomasiya 'şansa dawî'

Di bin siya aloziya leşkerî de, her du welat bi navbeynkariya Umanê xwe ji bo hevdîtinên nerasterast ên li Cenevreyê amade dikin.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî dan û standin wekî "pencereyeke nû ya derfetê" bi nav kirin.

Lê wî hişyarî da ku her êrişek dê hemû Rojhilata Navîn bixe nav agir.

Îran xwe amade dike ku di rojên pêş de reşnivîsa peymaneke li ser bernameya xwe ya nukleer pêşkêşî navbeynkaran bike.

Trump ji bo ku Tehran bigihîje peymanekê herî zêde 15 roj dem dabû Îranê.

Li Îranê aloziya navxweyî

Li gel zextên derve, birêvebiriya Tehranê bi krîzeke navxweyî ya cidî re jî rûbirû ye.

Piştî xwenîşandanên ku meha kanûna paşîn gihîştin lûtkeyê û bi hezaran kesan canê xwe ji dest da, xwendekarên zanîngehan dest bi xwenîşandanan kir.

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî belav bûne de tê dîtin ku xwendekarên zanîngehê yên li Tehranê alaya Îranê dişewitînin û dirûşmên "Bimire Komara Îslamî" berz dikin.

Rêxistina mafên mirovan HRANAyê diyar kir ku di xwenîşandanên dawî de eger heye zêdetirî 7 hezar kesî hatibe kuştin.

Birêvebiriya Tehranê jî hejmara miriyan wekî 3 hezar eşkere kir û bûyer wekî "terora bi piştgiriya derve" bi nav kir.

Banga civaka navneteweyî: Ji Îranê derkevin

Bi zêdebûna metirsiya şer re, gelek welatan bangî welatiyên xwe kir ku ji Îranê derkevin.

Piştî Hindistan, Swêd, Sirbistan, Polonya û Awistralyayê, Amerîkayê jî ferman da beşek ji karmendên balyozxaneya xwe ya li Libnanê ku ji wir derkevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst