Hewlêr (Rûdaw) – Li welatê Sûdanê yê Afrîkayê êrişî nexweşxaneyekê hat kirin û zêdetirî 40 kesî hatin kuştin.
Birêvebirê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus ragihand ku di êrişa li Nexweşxaneya Mujladê ya li Sûdanê de zêdetirî 40 sivîlî hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Tedros Adhanom Ghebreyesus li ser hesabê xwe yê Xê derbarê êrişê daxuyaniyek belav kir.
Ghebreyesus diyar kir ku êrişeke tirsnak li Sûdanê hatiye kirin û anî ziman:
“Vê carê, êriş bû sedema mirina zêdetirî 40 sivîlan ku di nav de zarok û xebatkarên tenduristiyê jî hene.
Êrişa li Nexweşxaneya Mujladê ya li Kordofana Rojava bû sedema birîndarbûna bi dehan kesan.”
Birêvebirê Giştî yê WHOyê Ghebreyesus tekez kir, divê ew “bi dengekî bilindtir” bibêjin ku divê êrişên li ser tenduristiyê li her derê werin rawestandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse