Welatên Ewropî hewl didin krîza koçberan çareser bikin

24-07-2023
RÛDAW
Sindoqek bo parastina sînorên Yekîtiya Ewropayê tê avakirin
Sindoqek bo parastina sînorên Yekîtiya Ewropayê tê avakirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di konferansa Rûbirbûna Koçberiyê de ku li Îtalya hat sazkirin, bingeha damezirandna sindoqekê hat danîn ku dê budceyekê dabîn bike, bo rûbirûbûna koçberan, herweha kontrolkirina sînoran, ku bikare baştir hatina koçberan rêk bixe.

Li paytextê Îtalyayê bajarê Romayê civîna serkirde û biryarbidestên 20 welatên Ewropî, Efrîqî û Rojhilata Navîn e pêk hat daku planeke hevbeş û demdirêj bo krîza koçberan deynin.

Organîzatora konferansê Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni got: “Hertim wiha hatiye dîtin ku rojava zêdetir girîngiyê bi wê yekê dide ku dersê bide, ne destê hevkariyê dirêj bike. Dibe vê jî wiha kiribe ev mijar pêş ve neçe. Piraniya caran me wek pirsgirêkeke hevrikiyê berê xwe daye pirsa koçberan, ew welatên koçber ji wan tên li aliyekî û welatên ew koçber diçin wan li aliyekî din, lê koçberî zerarê dighîne me hemûyan.”

Hefteya borî, Yekîtiya Ewropayê yadaştnameyeke jihevfamkirinê ligel Tunisê îmze kir, li gor wê yadaştnameyê, Ewropayê 117 milyon dolaran wek hevkariyê bo Tunisê dabîn dike, ev jî wek pêngavekê bo kontrolkirina pêla koçberan ji wî welatî ber bi Ewropayê, bi taybetî jî Îtalyayê ligel rûbirûbûna grûpên qeçaxçî.

Yekîtiya Ewropayê dixwaze di demeke nêzîk de heman yadaştê ligel welatên Misir û Mexrîbê jî îmze bike.

Serokkomarê Tunisê Kais Saied jî got: “Divê em li ser vê maseyê bi hev re gotûbêjê bikin, li çareseriyekê bigerin û behsa sedemên serekî yên vê krîzê bikin. Ji ber êdî ev ne mijareke tenê bi welatekî were çareserkirin. An jî bi rêya rêkeftina dû welatan be.”

Îtalya wek çepera pêş a krîza koçberên parzemîna Ewropayê tê dîtin. Li gor amarên hikûmeta Îtalyayê, ji destpêka îsal ve, nêzîkî 80 hezar koçber bi rêya deryayê çûne wî welatî, ev jî li gor heft mehên yekem ên sala par, sê qat zêde bûye ku di heman demê de 33 hezar koçber çûne Îtalyayê.

Ev di demekê de Neteweyên Yekbûyî dibêje, îsal zêdeyî 100 hezar koçber ji welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê bi beleman xwe gihandine welatên Ewropayê ku piraniya wan bo Îtalyayê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst