Hewlêr (Rûdaw) - Kongireya Niştimanî ya Komariyan li Amerîkayê birêve diçe û du mijarên girîng ku bandorê li ser kêmbûna dengên Donald Trump dikin, dibine mijarên sereke yên gotûbêjên endamên kongreyê. Yek ji wan serederiya îdareya Koşka Spî ligel Koronayê ye û ya din jî pirsgirêkên abûrî yên wî welatî ne.
Di kongireyê de, 336 endam ji komariyan beşdar dibin. Deng li ser pesendkirina Donald Trump û Mike Pence tê dan weke berbijêrên serokatî û cîgiriya serokatiyê û bi fermî dibine berbijêrên wê partiyê ji bo hilbijartinên li pêş.
Kampanya Trump-Pence, dixwaze bêhêviyan derbarê rewşa aborî û tendirustî biguere, ji bo sozên cuda û peydakirina kar ji bo Amnerîkiyan, ku herdem Trump tekeziyê li ser dike.
Trump di dema serokatiya xwe ya Amerîkayê de, ji çend rêkeftiname û rêxistinan vekişiyaye, ji wan jî, Rêkeftina Etomî ya Îranê û Rêkeftinameya Parîsê ya Taybet bi Keşûhewayê û piştre jî bidawîanîna bi pêwendiyên Waşinton û Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî bû, di 29ê Gulana îsal de.
Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje: “Ji ber ku ew biser neketin ji bo encamdana çaksaziyê, ku gelekî tê xwestin û gelekî jî pêwîst e, îro em dawiyê bi pêwendiya xwe ligel Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî tînin û ew pereyên me dane wê rêxistinê, em ê bidin pêdawîstiyên tendirustî yên cîhanî û pêwîstên guncaw.”
Hewlên dawî yên rêveberiya Trump ji bo sepandina sizayên Neteweyên Yekbûyî, bi ser Îranê de, bûne hewlên siyasî yên xwestî yên navendên Amerîkayê û dibêjin, Trump ligel serokwezîrê Iraqê serdestiya Îranê li Iraq û Rojhilata Navîn kêmtir dike.
Damezrênerê Navenda Berevaniyê di ber Demokrasiyê de Con Hana jî got: “Karkirin li ser dûbare-sepandina sizayan li ser Îranê û serdana serokwezîrê nû yê Iraqê, hewleke nû ye ji bo dirustkirina pêwendiyekê, ku wiha bike bi wê rêyê, Amerîka sînorekî ji bo bandorên Îranê li Iraq û Rojhilata Navîn deyne.”
Herçiqasî, li gorî rapirsiyan, Donald Trump, piştî Joe Biden berbijêrê Demokratan e, lê zehmet e Komarî bîr li guherîna Trump, bi kesekî din bikin.
Alîgirên Trump di wê baweriyê de ne ku tenê Trump dikare cudabûnê dirust bike û Amerîka mezin bihêle.
Alîgirê Trump Tom Kavanef jî got: “Nabe tu ji bilî xwe gazinê ji kesekî bikî. Eger tu naxwazî beşek ji vê kêbirkiyê bî, divê tu di dirustkirina cuda de, beşdar bî. Pêwîst e tişt bi wî corî bin, ku divê rû bidin. Em dixwazin piştrast bin ku tiştê bi me dibe ji alîkarîkirinê, em bikin.”
Berî belavbûna Koronayê, rêjeya bêkariyê li Amerîkayê gihiştibû astekê ku ji gelek deheyan ve, weke wê nebû, ku 3.5% bû.
Lê Koronayê bandoreke mezin li ser abûriya Amerîkayê dirust kir û rêjeya bêkariyê heta 10% bilind kir.
Rojnamevana Amerîkî Darlîn Sopervîl jî wiha axivî: “Piştgirên serok di heftiya bûrî de, li New Jersey gelek bûn. Ew di piştgirîkirina wî de, berdewam in, çi li Arîzona û çi li cihên din jî. Dizanim ku xaleke girîng li vê derê heye, ew jî mijara abûrî ye, bila di bîra we de be, berî hatina nexweşiya Koronayê, abûrî tiştek bû, ku Koşka Spî û serok didît, ku bilêta dûbare-hilbijartinan e.”
Sala 2004an, George W. Bush rûbirûyî rexneya bêhtir ji niha ya li Trump bibû, dema astengî li dijî şerê Iraqê berfireh bûn, lê Bush careke din, weke berbijêr hate pesendkirin û hilbijartin jî bir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse