Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bersiveke tund da rexneyên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan.
Erdogan, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi wê yekê tometbar kiribû ku sozên xwe yên ji bo bidawîkirina şerê li Xeze û Ukraynayê bi cih neanîne.
Erdogan, dema ku ji bo Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê bû û got ku şerên li Xeze û Ukraynayê bi dawî nebûne.
Erdogan sozên Trump ên di dema hilbijartinê de bi bîr anîn ku gotibû dê her du şeran bi dawî bîne û got:
"Trump got, 'Ez dê şerê Rûsya-Ukraynayê bi dawî bikim.' Ma qediya? Na. Got, 'Ez dê şerê Xezeyê bi dawî bikim'. Ma qediya? Na."
“Ji bo hevdîtinê lavlavê dikin”
Gotinên Erdogan, di weşaneke din a Fox Newsê de ji Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio hatin pirsîn.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê wiha got, "Serok dikarin çi bixwazin bibêjin lê di dawiyê de dema ku çareseriyek pêwîst be, dixwazin werin Koşka Spî.
Serokkomar Erdogan jî vê hefteyê ji bo hevdîtina bi Serok re tê Koşka Spî.
Hemû dixwazin bi Trump re biaxivin, dixwazin ku ew pirsgirêkan çareser bike.
Rastî ev e ku îro jî civînên me hene û serok hema bêje lave dikin ku bibin beşek ji van civînan.
Ew telefon dikin û dibêjin, 'Me jî tevlî bikin, derfetekê pênc xulekî bidin me.'"
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse