Trump û Erdogan bi telefonê axivîn

16-03-2025
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Donald Trump Şerê Rûsya û Ukraynayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi telefonê axivîn.

Di hevdîtina telefonî ya Trump û Erdogan de behsa pêwendiyên dualî yên Tirkiye û Amerîkayê, mijarên herêmî û cîhanî hat kirin.

Erdogan di hevdîtinê de diyar kir, baweriya wî temam e ku “Tirkiye û Amerîka dê di qonaxa nû de bi hevahengî, bi awayekî ku encaman bide û dilsoz pêwendiyên xwe bidomînin.”

Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku ew piştgiriyê didin gavên bibiryar û bi inîsiyatîv ên Donald Trump ku ji bo bidawîbûna şerê Rûsya û Ukraynayê tên avêtin.

Li gorî Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê, Erdogan aniye zimên ku Tirkiye ji destpêka şer û vir ve ji bo aştiyeke adil û mayînde hewl dide û ew dê vê hewldana xwe bidomîne.

Erdogan destnîşan kir ji bo ku li Sûriyeyê îstiqrar ji nû ve çêbibe, birêvebiriya nû karibe bixebite û sizayên li ser Sûriyeyê bên rakirin, tevkariya bi hev re girîng e û ev yek jî dê bihêle ku Sûriyeyî vegerin welatê xwe.

Erdogan got ku di heyama nû de ji Amerîkayê tê hêvîkirin ku di mijara “têkoşîna li dijî terorê de” bi nêrîneke ku berjewendiyên Tirkiyeyê dide pêş gav bên avêtin.

Erdogan anî ziman ji bo ku di navbera her du welatan de di qada pîşesaziya parastinê de hevkarî bi pêş bikeve, divê sizayên CAATSAyê dawî bibin û pêwîst e ku pêvajoya dabînkirina F-16an bi encam bibe û mijara beşdariya Tirkiyeyê ya ji nû ve ya bernameya F-35an jî bigîhêje encamê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst