Trump gef li 8 welatên Ewropayê xwar

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Donald Trump Greenland Baca Gumrikê Ewropa Danîmarka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew dê li ser wan welatên Ewropayê yên ku li dijî destdanîna li Greenlandê derdikevin bacên gumrikê ferz bike.

Trump îdia kir ku di nakokiya li ser Greenlandê de "aştiya cîhanê di xetereyê de ye" û 8 welatên Ewropayê kirin hedef.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê daxuyaniyek belav kir û helwesta Danîmarka û welatên din ên Ewropayê rexne kir.

Trump diyar kir ku Amerîkayê bi salan bêyî ferzkirina bacan piştgirî daye Danîmarka û Yekîtiya Ewropayê û got:

"Niha, piştî sedsalan, dem hatiye ku Danîmarka jî heman tiştî bike. Aştiya cîhanê di xetereyê de ye! Çîn û Rûsya Greenlandê dixwazin û Danîmarka nikare tiştekî li ser vê yekê bike."

Lîsteya welatên ku Trump ew kirine hedef

Trump îdia kir ku Danîmarka, Norwec, Swêd, Fransa, Almanya, Brîtanya, Holanda û Fînlandiya "ji bo armancên nenas" diçin Greenlandê.

Serokê Amerîkayê derbarê van welatan got:

"Ev rewşeke pir xeternak e ji bo ewlehî û domandina gerestêrka me. Ev welatên ku vê lîstika pir xeternak dilîzin, asteke xetereyê danîne ku ne domdar e û ne jî tê qebûlkirin."

Trump wekî bersivdayîna vê helwestê, ragihand ku ew dê li ser wan 8 welatan bacên gumrikê ferz bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst