Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron derbarê rewşa dawî ya Sûriyeyê de daxuyaniyek da û xwest ku êrişên li Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bên rawestandin.
Macron tekez kir ku riya Sûriyeyeke yekgirtî di entegrasyona HSDyê re derbas dibe û biryarnameya serokatiyê ya li ser mafên Kurdan wekî pêngaveke erênî nirxand.
Emmanuel Macron di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Sûriyeyeke yekgirtî û aram bi tevlîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk a nava xwe pêk tê, ne bi şerê li dijî wan kesên ku li kêleka me li dijî DAIŞê şer kirine."
"Divê êriş demildest rawestin"
Serokkomarê Fransayê hişyarî da rayedarên Sûriyeyê û anî zimên:
"Divê êrişa rayedarên Sûriyeyê demildest raweste. Fransa û Ewropa nikarin piştgiriyê bidin berdewamiya nêzîkatiyeke wiha."
"Peyman pêkan e"
Macron bal kişand ser biryara dawî ya têkildarî Kurdan û got:
"Rêkeftineke berfireh pêkan e. Biryarnameya serokatiyê ya li ser mafên Kurdan ku doh hat qebûlkirin, gavek e ku di aliyê rast de hatiye avêtin."
Peyama dostaniyê
Macron di dawiya daxuyaniya xwe de soz da ku ew dê piştgiriyê bidin proseya dan û standinan û wiha dawî li axaftina xwe anî:
"Em dê hewlên xwe yên ji bo piştgiriya vê pêvajoya dan û standinan bidomînin da ku piştgiriyê bidin yekîtî û yekparçeyiya Sûriyeyê.
Ev peyama welatekî dostê Sûriye û gelê Sûriyeyê ye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse