Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani ragihand ku welatê wî dixwaze dorpêçên li ser Sûriyeyê rake û piştgiriyê bide hikûmeta demkî ya Şamê.
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani li New Yorkê ji Nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdullah re axivî.
"Em dixwazin dorpêçan rakin"
Antonio Tajani derbarê birêvebiriya nû ya Sûriyeyê got, "Em dixwazin dorpêçan rakin çimkî em bi birêvebirya nû bawer in."
Rayedarên Ewropayê gelek caran gotiye ku divê paşeroja Sûriyeyê bi pêvajoyeke siyasî ya berfireh û bi birêvebiriya Sûriyeyiyan were şekildan, parastina mafên pêkhateyan û nîşandana pirrengiya civakî ya welêt girîng e.
Antonio Tajani got, "Divê em ji bo yekîtiyê bixebitin. Hemû Xiristiyan, Cihû, Misilman û Durziyên li Sûriyeyê dijîn Sûriyeyî ne. Ev xaleke bingehîn e."
Hikûmeta veguhêz û rexneyên li ser wê
Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, ji ber ku komên pêkhateyên li derve hiştiye, rastî rexneyan hatibû.
Ehmed Şer dawiya meha kanûna paşîn wekî serokkomarê demkî hatibû tayînkirin, soza pêvajoyeke siyasî ya berfireh dabû.
Wî meha adarê destûreke demkî îmze kir ku li ser bingeha yasayên Îslamî bû û di heyama pênc salan a veguhastinê de hemû desthilat daye wî.
Destûra demkî, ji aliyê civakên Xiristiyan, Durziyan, Kurd û Elewiyan ve bi hinceta ku wan dûr dixe û hikûmeta nû gelekî navendî ye, nehatibû qebûlkirin.
Tajani got, "Di nav alîgirên Ehmed Şer de jî pirsgirêk hene lê eger em bixwazin yekîtiya Sûriyeyê aram bikin, divê em piştgiriyê bidin birêvebiriya nû.
Ji bo vê yekê Îtalya bi awayekî bibiryar dixebite. Em bi Sûriyeyê bawer in û ji bo aştiyê amade ne."
Amadehiya ji bo hilberînan
Tajani her wiha got, "Em ji bo hilberînan amade ne. Em ji bo hevkariyeke baş a di navbera Îtalya û Sûriyeyê de di warê polîtîkaya pîşesaziyê de amade ne.
Firokeyeke ji Sûriyeyê ber bi Îtalyayê ve peyameke gelekî girîng e, pireke girîng e."
Yekîtiya Ewropayê meha gulanê biryar da ku dorpêçên aborî yên li ser Sûriyeyê rake û bi vê yekê di nêzîkatiya xwe ya li hemberî Şamê de guherîneke mezin kir.
Birêvebiriya nû ya Şamê ji dema ku hatiye ser desthilatê ve rakirina dorpêçên navneteweyî kiriye karê xwe yê sereke.
Gelek welatan diyar kiriye ku ew amade ne dorpêçên serdema Esed ji nû ve binirxînin lê tekez dikin ku divê hikûmeta nû hinek pîvanên bingehîn pêk bîne.
Wezîrê Karên Derve û Alîkarê Serokwezîrê Îrlandayê Simon Harris jî ji Rûdawê re ragihandibû ku di navbera welatê wî û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de xebat tên meşandin û dorpêç hinekî hatine sivikkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse