Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Andhra Pradeshê ya Hindistanê, piştî ku otobusekê li wesayîteke duçerx qelibî, agir pê ket û di encamê de herî kêm 20 kes mirin.
Li gorî nûçeya rojnameya India Todayê, li herêma Kurnoolê otobuseke taybet a geştê piştî ku li wesayîteke duçerx qelibî, agir pê ket.
Şahidên bûyerê diyar kir ku agir berê li pêşiya otobusê ketiye û pişt re zû belav bûye.
Hat ragihandin ku di otobusa 40 kesî de herî kêm 20 kes mirin.
Polîsên herêmê ragihand, ji ber ku hinek term bi temamî şewitîne, destnîşankirina nasnameyan zehmet bûye.
Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi di daxuyaniyekê de diyar kir ku ew ji ber mirina welatiyan gelekî xemgîn e.
#VÎDEO - Li Hindistanê otobusek şewitî
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 24, 2025
🔴 Hat ragihandin ku di şewata otobusê de 20 kes mirine pic.twitter.com/xUZ5ZrIyNg
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse