Hewlêr (Rûdaw) - Pîzzafiroşê navdar ê Kurd Zeynel Ari yê ku li Kanadayê dijî, hêjayî xelata Şahbanû Jubileeyê hat dîtin. Zeynel Ari got ku ew wê xelata pêşkêşî Hevserokê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş dike.
Zeynel Ari yê Dêrsimî ku li bajarê Torontoya Kanadayê bi çêkirina pîzzayên li ser agirê daran navdar bû, belgeya naskirinê ya Parlamentoya Kandayê û nîşaneya Şahbanû Jubileeyê wergirt.
Pîzzafiroşê Kurd got: “Ez gelek spasdarim ji ber ku ez hêjayî vê xelatê hatime dîtin. Ez vê xelatê pêşkêşî Selahattîn Demîrtaş ê ku li Tirkiyê di girtîgehê de ye dikim.”
Zeynel Arî yê ku di dema pandemiyê de belaş pîzza dida xebatkarên tenduristiyê, mirovên bêmal û hewcedar, ji aliyê parlamenterê federal James Maloney ve ji bo xelata Gems of Etobicoke wek berbijêr hatibû nîşandan. Arî hêjayî Gems of Etobicoke, ku yek ji xelatên ji karsaziyên serfiraz re li devera Toronto tê dayîn, hatibû dîtin.
Zeynel Ari yê ji Dêrsimê, di sala 2000 de li bajarê Torontoya Kanadayê bicih bûye. Ari zewiciyê û bavê 4 zarokan e.
Salek pitştî ku Zeynel Ari çû Kanadayê, li wê derê “Dinos Wood Burning” damezirand. Ari yê ku çend xebatkarên wî hene, di demeke kurt de li Toronto û Kanadayê navdar bû.
Zeynel Arî, ku nêzî 19 sal e karê pîzzayê dike, di gelek rojname û kovaran de cih girtiye û heta niha "Dinos Wood Burning" gelek xelat wergirtiye.
Dinos Wood Burning ku ji aliyê Arî ve tê rêvebirin, di pêşbirka serketiyên 2019an de ku ji aliyê rojnameya herî zêde xwendî ya Kanadayî ve hatî organîzekirin, bo top 20 Kanada ya2019ê hatibû hilbijartin.
Pîzzafiroşê Kurd ji ber pîzzayên xwe yên bi xweş û alîkariyên civakî ket lîsteyê.
Dinos Wood Burning Pizza pêştir ketibû lîsteya top 21 pîzzafiroşan a beriya mirinê divê bê xwarin a Ajansa Rêwîtiyê ya Cîhanê.
Gelek kesên navdar ên mîna Madonna, Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau, Serokwezîrê berê yê Kanadayê Stephen Joseph Harper, parlamenter û şaredarên ku tên Torontoyê dibin mişteriyê Zeynel Ari.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse