Li Belçîkayê grevê dest pê kir û jiyan rawestiya

24-11-2025
Nîşan Belçîka Grev Sendîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Belçîkayê karmend û karkeran ji bo protestokirina tedbîrên teserûfê yên hikûmetê dest bi greveke 3 rojî kir û grevê li welêt jiyan anî asta rawestînê.

Bi banga hemû sendîkayên karkeran ên li Belçîkayê, xebatkarên sektorên giştî û taybet biryara grevê da.

Sendîka, polîtîkayên "kemberşidandinê" yên hikûmeta federal protesto dikin ku dixwaze di xerciyên civakî yên wekî bêkarî û teqawidiyê de qutkirinan bike.

"Banga Çiriya Paşîn"

Di çarçoveya pêla grevê ya bi navê "Banga Çiriya Paşîn" de, îro (24ê Çiriya Paşîn) xebatkarên rêyên hesinî û veguhastina giştî, 25ê Çiriya Paşîn xebatkarên kamûyê û 26ê Çiriya Paşîn jî hemû sektor dê beşdarî greva giştî bibin.

Di roja yekem a grevê de bi taybetî veguhastinê ziyaneke mezin dît û li seranserê welêt seferên trênan daketin ji sisêyan yekê.

Xebatkarên Şîrketa Veguhastina Giştî ya Brukselê (STIB) jî beşdarî grevê bûn û piraniya seferên metro, otobus û tramvayan ên li paytextê hatin betalkirin.

Li herêmên Flaman û Valonê jî xebatkarên şîrketên veguhastina giştî beşdarî grevê bûn û pirsgirêka veguhastinê li seranserê welêt belav bû.

Her wiha li Brukselê xizmetên şaredariyê yên wekî komkirina gilêşê jî kêm man.

Sibe dibistan û nexweşxane nînin

Di çarçoveya grevê de tê çaverêkirin ku sibe jî bi taybetî xebatkarên dibistan, kreş, nexweşxane û şaredariyan dest ji kar berdin.

Ji ber vê yekê tê pêşbînîkirin ku sibe li seranserê welêt xizmetên kamûyê rawestin.

Roja çarşemê jî greva giştî tê kirin ku hemû sektoran li xwe digire.

Ji ber greva ku personelên balafirgehên Bruksel û Charleroiyê jî beşdar dibin, 26ê Çiriya Paşîn hemû seferên ji Balafirgeha Charleroiyê û seferên çûnê yên ji Balafirgeha Brukselê hatin betalkirin.

Hikûmeta ku di bin serokatiya Bart De Wever de meha sibatê dest bi kar kiribû, dixwaze tedbîran wergire da ku deynê kamûyê kêm bike.

Deynê kamûyê yê Belçîkayê ji sedî 100ê Dahata Neteweyî ya Nexwerû derbas kiriye û bi rengê "pir zêde" tê nirxandin.

Sendîka planên hikûmetê yên qutkirina xerciyên civakî û polîtîkayên teserûfê bi tundî rexne dikin.

Di nava salê de jî li Belçîkayê gelek grev hatibûn kirin, nanxane hatibûn girtin û jiyan rawestiyabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst