Hewlêr (Rûdaw) - Ahmet Karamus û Zeynep Mûrad careke din bûn hevserokên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK).
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) kongreya xwe li Holendayê li dar dixe.
Di rûniştina destpêkê ya roja duyemîn a Kongreya 23yemîn de hilbijartinên hevserokan û endamên Konseya Birêvebir hatin kirin.
Li gorî rêziknameya navxweyî dema wezîfeyê ya hevserokan 2 serdem e.
Li gel vê yekê bi îmzeya hinek delegeyan pêşniyarek pêşkêşî dîwanê hat kirin ku hevserokên heyî karibin demeke din wezîfeyê bikin.
Li gorî nûçeya ANFyê, pêşniyar ji aliyê dîwanê ve pêşkêşî dengdana delegeyan hat kirin û bi yekdengî hat qebûlkirin.
Di encamê de jî biryar hat dayîn ku hevserok serdemeke din jî wezîfeya xwe bidomînin.
Her wiha li gorî rêziknameya navxweyî hejmara endamên Konseya Rêveber 19 kes e.
Ji ber zêdebûna qadên kar ên KNKyê pêşniyar hat kirin ku hejmara endamên Konseya Birêvebir bibe 23 kes.
Ev pêşniyar jî bi yekdengî hat qebûlkirin.
Hinek delegeyên ku ji ber pirsgirêka vîzeyê nîkarîbû tevlî kongreyê bibin û li Kurdistanê û Rûsyayê ne, bi dîmen tevlî rûniştina kongreyê bûn.
Piştî dengdana li ser rêziknameya navxweyî hilbijartin hat kirin û Ahmet Karamus û Zeynep Mûrad careke din bûn hevserokên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK).
Rûniştin bi hilbijartina endamên Konseya Birêvebir a KNyê berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse