Hewlêr (Rûdaw) - Çîn ji bo agirbesta Îran û Îsraîlê dilxweş e lê li Moskowê şik û guman serdestiyê li dilxweşiyê dikin.
Berpirsên Çînê agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de bi awayekî fermî erênî dît û vê yekê wekî pêngaveke girîng a ji bo kêmkirina aloziyên li Rojhilata Navîn dibînin.
Pekînê di heman demê ji bo parastina berjewendiyên xwe yên aborî û ewlehiya enerjiyê, rêyên alternatîv ên bazirganiyê bi kar anîn.
Li gorî agahiyên ku Nûçegihanê Rûdawê yê Pekînê Mehdî Ferec dane, berpirsên payebilind ên Çînê di rojên dawî de li gel hevtayên xwe yên Îranî axivîne û wan piştevaniya xwe ya ji bo Tehranê aniye zimên.
Çîn endama timî ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ye û têkiliyên wê yên xurt li gel Îranê hene.
Çîn naxwaze aloziyên li herêmê berfirehtir bibin çimkî her nearamî rasterast bandorê li berjewendiyên wê yên aborî yên mezin dike.
Yek ji fikarên herî mezin ên Çînê jî ewlehiya enerjiyê ye.
Mehdî Ferec ragihand ku Çîn rojane nêzîkî 11 milyon bermîl petrolê ji derve dikire ku piraniya wê ji welatên Rojhilata Navîn tê.
Divê were gotin ku berhema wê ya navxweyî tenê derdora 5 milyon bermîlan e.
Ev yek Çînê li cîhanê dike hawirdekarê herî mezin a petrolê û her aloziya li Kendavê û Tengava Hurmizê rasterast bandorê li ewlehiya enerjiyê ya Çînê dike.
Nûçegihanê Rûdawê amaje bi wê yekê kir Çîn ji ber van metirsiyan xwe bi awayekî cidî amade dike ku rêyên bejayî ji bo kirîn û firotinê aktîvtir bike.
Ev pêngav beşek e ji projeya mezin a "Kember û Rê" ku armanc dike Çînê bi rêya korîdorên bejayî û deryayî bi Ewropa, Asya û Afrîkayê ve girê bide.
Pekîn bi aktîvkirina rêyên bejayî dixwaze kêmtir girêdayî rêyên deryayî yên bi metirsî be û ewlehiya bazirganiya xwe misoger bike.
Bi kurt û kurmancî, helwesta Çînê ya li hemberî aloziyên dawî yên di navbera Îran û Îsraîlê de dualî ye.
Ji aliyekî ve bi rêyên dîplomatîk hewl dide agirê şer kêm bike û li aramiyê digere û ji aliyê din ve jî ji bo ku berjewendiyên wê yên aborî yên mezin zererê nebînin li alternatîvên stratejîk digere da ku kêmtir girêdayî rêyên deryayî yên bi metirsî be.
Li Moskowê guman serdest e
Li hêla din Moskow bi guman li agirbesta Îran û Îsraîlê dinêre lê piştgiriya xwe ya ji bo Tehranê ducare û sêcare dike.
Kremlin agirbesta Îran û Îsraîlê wekî pêngaveke "erênî lê nazik" bi nav dike lê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê jî tekez kir ku ew li gel aştiyê ne.
Li gorî agahiyên ku Nûçegihanê Rûdawê yê Moskowê Kamiz Şedadî dane, berpirsên Rûsyayê bi awayekî fermî piştgiriyê didin kêmkirina aloziyên Îran û Îsraîlê.
Lê di heman demê de Moskow bi guman e ku ev aramî demdirêj be û wê wekî "aramiyeke demkî" dinirxîne.
Kamiz Şedadî ragihand, çavkaniyên dîplomatîk ên li Moskowê amaje bi wê yekê dikin ku Kremlin bawer nake ku pirsgirêkên bingehîn ên di navbera her du aliyan de hatibin çareserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse