Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber binavbûna belemekê li peravên Îtalyayê herî kêm 40 koçberan canê xwe ji dest dane.
Medyaya fermî ya Îtalyayê roja Yekşemê 26ê Sibata 2023an ragihand, belemeke koçberan li peravên başûrê Îtalyayê binav bûye.
Li gorî medyaya herêmî heta niha herî kêm 28 cenaze hatine derxistin û 40 kes jî hatine rizgarkirin. Li gorî medyaya Îtalyayê xebatên lêgerînê dewam dikin.
Medyaya Îtalyayê got ku yek ji qurbaniyan zarokekî “tenê çend mehî” ye.
Rayedarên Îtalyayê sedema binavbûnê bi wê yekê ve girê didin ku “belemê gelek rêwî hilgirtibûne û ji ber pêlên dijwar bûye du parçe.”
Tê zanîn ku hikûmeta rastgir a Îtalyayê her ku diçe tedbîrên li ser koçberan tundtir dike.
Seroka Partiya Birayên Îtalyayê Giorgio Meloni, di hilbijartinên meha Cotmehê de wek serokwezîr hate hilbijartin. Yek ji sloganên kampanyaya wê rawestandina koçberiya neqanûnî bû.
Qanûnên nû yên Îtalyayê keştiyên alîkariya koçberan neçar dike ku di demekê de tenê hewldaneke rizgarkirinê bidin. Ev yek ji aliyê rexnegirên Hikûmeta Îtalyayê ve weke sedema binavbûna keştiya koçberan tê şîrovekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse