Îran: Em dê tenê li ser mijarên nukleer û cezayan biaxivin

8 demjimêr berê
Nîşan Îran Amerîka Hevdîtin Ceza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ragihand ku dan û standinên li Cenevreyê dê tenê li ser mijarên nukleer û rakirina sizayan bin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), Îsmaîl Beqayî beriya gera sêyem a dan û standinên di navbera şandeyên Îran û Amerîkayê de li Cenevreyê daxuyanî da.

Beqayî diyar kir ku wî nêrîn û nirxandinên welatê xwe bi hûrgilî gihandine Wezîrê Karên Derve yê Umanê Bedir bin Hemad el Busaidî ku di navbera aliyan de navbeynkariyê dike.

Berdevkê Îranî destnîşan kir ku dan û standin dê tenê li ser mijarên nukleer û rakirina sizayan rawestin.

“Divê Amerîka li ser maseyê biaxive”

Beqayî diyar kir ku şandeya dan û standinan a Îranê bi amadehiyeke tam û bi cidiyet beşdarî civînan dibe.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê anî zimên ku daxuyaniyên nakok sûdên nadin bipêşveçûna diplomasiyê û got:

"Divê rayedarên Amerîkayê daxuyaniyên xwe ne ji medyayê re, li ser maseya dan û standinan bidin."

Beqayî her wiha bi bîr anî ku Serokê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEA) Rafael Mariano Grossi jî wekî gera duyem, dê beşdarî gera sêyem a dan û standinan bibe.

Pêvajoya dan û standinên Amerîka û Îranê

Dan û standinên nukleer ên di navbera Îran û Amerîkayê de piştî êrişên Îsraîl û Amerîkayê yên Hezîrana 2025an rawestiyabûn.

Lê gotûbêjan bi hewldanên hinek welatên herêmê û bi navbeynkariya Umanê careke din dest pê kir.

Gava gefên êrişê û komkirina hêzên leşkerî yên Amerîkayê berdewam dikir, her du alî 6ê Sibatê li Umanê ji bo dan û standinên nerasterast li hev civiyan û wan biryar da ku hevdîtinan bidomînin.

Paşê gera duyem a hevdîtinan 17ê Sibatê li Cenevreyê berdewam kir.

Aliyan ragihand ku di hevdîtinan de bipêşketin hene û li hev kir ku 26ê Sibatê li Cenevreyê careke din bicivin.

Daxwazên aliyan çi ne?

Îran dixwaze ceza bên rakirin û li hemberî vê yekê ew dê bernameya xwe ya nukleer di çarçoveya sînoran de bihêle da ku bombeya atomî çênebe.

Amerîka jî dixwaze ku Tehran karên xwe yên dewlemendkirina (meyandin) uranyumê bi temamî rawestîne û stoka xwe ya uranyuma asta bilind derxe derveyî welêt.

Di hevdîtinan de rêjeya dewlemendkirina uranyumê û çarenivîsa nêzîkî 440 kîlogram uranyuma ku ji sedî 60 hatiye dewlemendkirin tên gotûbêjkirin.

Her wiha dema rakirina cezayan û mekanîzmayên piştrastkirinê jî di nav mijarên sereke de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst